27.092009 .Xeyalî zîndû:Rêzan xelîl

 

Xeyalî zîndû


Rêzan xelîl


wamdezanî le bîrim kirduwî boye hellsam hemû namekantim kokirdewe wagirm têberdan wamdezanî le bîrim kirduw û gwêçkekanim awazî dengî toyan bîrçuwetewe wile yad nemawe hawar,ax,çend xoşewîstî bê ewey bizanî çend xoşim wîstî,çendîn car xom xistuwete naw gerdelûlî jyan û meynet û derdeseryekan çendîn car bernamey jyanî xomim têkdawe le pênawî to çendîn car be gallte û diro basî corawcorim bo kirduwî hemûy her le pênawî to înca berew gallte û diroy gewretir.
Her le minallyewe awatêkim hebû zor le dûrewe dyarbû çawm têy birrîbû,bellam encam dyar nebû,to hatî minit le xewî naw deryay xeyall be aga hênaw hatmewe kenarî jyan.
Her wamzanî tom le yad kirduwe legell têperrînî temen her wamzanî wênew şêwetim leyad kirduwe,bellam lee
Pirr,ke dêrre şî'rê le dergay gwêçkekanmî da û xoy kird be dill û naxma ew dêrre şî'rey,ke be dengêkî becoş pirr le soz û xoşewîstî dexiwêndirayewe,ke ewîş dengî to bû zengê bû wêne i şêwet yadgarîyekan i hemû sat û katekanî leber çawma amadekird û hemûyanim wek xoy hatewe yad ay,ke geşamewe,ke dillxoş bûm ay,ke hestim be xoşî jyan kird,lew rojewe zanîm,ke çend tom xoşwîstuwe wixoşim dewêy lew kateda kewtme naw deryay xeyallî pirr şepoll be deyan,bellku besedan pirsyarim le xom depirsî û her pirsyarew be corêk willamim dedayewe ay lem holle bê denge û lem taqîkirdinewe qurse be pênûsî xeyallî xom wêney kiçêkî cwanim kêşa,ke çaw netris û bwêrane û bebê gwêdan be girfit û helldêrekanî jyan be xoşewîstekey dellê bo ewey feramoş nekirêyt wek darêkî gewre debim bebaxewanit be xorit be awt(xoşim dewêy)uşeyeke lêwekanim be bêdengî derîbirrîwe û dill û hestîş be bêdengî derdebirrê wabizanim katî eweş hatuwe pirr be gerûm derîbibrrim taku bibê be cwantirîn şî'r û besoztirîn goranî bo ew dillaney,ke tîşik be dillan debexişin û awedanî dekenewe taku em şî're bibêt be sirûdî willatî sozstan û hemû beyanîyek be sozewe le hemû soçêkî em willate lêbdirê û gull geşey pêbikat û bulbul çirîkey pê cwantir û be coştir û xoştir bibêt û xorî mirovayetîşî zyatir pê bidrewşêtewe...

‌‌

 

 

2008 - 7 - 15  / AM 11:30

 Copyright (2008) Roshenbiry.com