Leser ballî
hîwmanîzmî pyaseyek legell şêrko bêkesda
ghemgîn bollî
qed gerekim nebuwe be baweşêk lêwanlêw lestayşî kufrewe serdanî
deqêkî nexoş bikem. Nexoşyekanî deq lew katewe dest pêdekat ke adem
û hhewî ew deqe nexoşe le me'rîfeyekî santimantalîzim û dalqan benêw
cwanbînî û cwankarî û qull bunewey xud benêw xudî nawewey xoy, be
corêk guzer bikat 'îşiq le hemû cestey fîçqe bikat, wek aşkiraşe
nexoşyekanî deq heme çeşinin ke lêreda be pêwîstî nazanim tibsikî
lêdiwanekemî bixeme ser.
Sinûr bezandin betewawî manakanewe le memleketî çame şî'rda, ewe
ezmunî şa'îreke derdexat, bangeşey werçerxanî jyarîtrîn dekat, deqêk
bargawî nekirabû be mîtolojîy 'îşiq û mîtafîzîqî monolog û
teknîkekanî dîkeş, ewe beder lew çwarçêwey ke ême gerekmane. Çon
deqêk dijî ew zemene naşîrney ke honer rojgar be şewgar û şewgar be
rojgar delkênêt newestêt, ew deqe her le sereta xoy bangeşey pûç
bûnî xoy dekat eger deqî her honerêkîş her leseretawe xoy dîlî
rojgar gelêkî" orduwî can" bû debêt, her zû fatîhhey bo bixwênin û
destinwêjî ayndey bo bişoyn û dû rike'at nwêjî cwanyekanî bo bikeyn,
gelêk car leser xiwanî giftugoy ew zimaney ke şa'îr pêy dediwê û
legell ew zimaney ke pêy denûsêt qisegelêkî zorî lêdekewêtewe, wek
kurd dellêt" ew hewîre awêkî zorî dewêt" qise gelêk le tewawî
wutarekanda xoy wurjanduwe û qise gelêkî dîkeş xoy mellas dawe, çon
hîç karêk lem jyaneda birrwa nakem sed lesed bêt, çunke hemû karêk
leher bwarêkda kelênêkî têdaye ke em kelêneş peyweste be xudî ew
kesewe ke bekar û pirrojeke hestawe, wata: însan detwanêt rexne le
xudî xoyewe bigrêt ta degate tewawî ew ştaney ke wcudî heye le
dewruber bigrêt, cge lew xudawendey ke deyperstêt ke renge her
mirove û beşêwazêk û bîrrurrayekî taybet birrwanêt û bîr lew çemke
hestyare bikatewe. Ba çîtir dûrnekewînewe le kirrokî mebestekeman
pêwîste şa'îr yaxud nûser be zimanêkî paraw lêw rêj le rasteqîney
nêw xurafat binûsê, çon ew şa'îr û nuseraney ke fêll le nusînî xoyan
deken, urduwî canêkî gemjen!,newek şa'îr û nuser, çon eger şa'îr be
zimanî diro hate diwan, yaxud nuser le her bwarêkda ewe çawerrêy
hemû ştêkyan lêbiken, tenha dahênanêkî nemir nebêt, eger hunerêk xoy
lenêw sêberî hhîzbêk yaxud desellatêk hheşarda xoy muturbe kird,
bebê sê û dû caranî sifrî biken, çon ew zimaney ke şa'îrî rasteqîne
pêy denûsêt ,le rûy pîrozî watî nawerrokewe debêt bunyad amêzî
santimantalîzmyekan bêt û beder bêt le komellêk desellatî xêllekî û
desellatekanî dî?!. Wata kopî kiraw nebêt û xoy desellatêkî serbexoy
karî nêwkar û pirroje û boçunûnekanî bêt, nek be kontirrollî coker
bigorrdirêt.
Her boye ew desellatey ke ziman helldebijêrêt taser êsqan serbeste,
her le hellbijardinî forrme taybetmendyekan û boçûne rengallekanî û
endêşey bargawî taybet be xudî xoy stayllî cya û bekarhênanî
zarawekan û taybet bexoyî û şî'rî xoyî û xudawendî xoy, xo ladan lew
nawendey ke desellatî rêzmanêkî bizmar rêj beserî desepênêt û geme
kirdin be peyvekan û bargawî kirdinî wuşekan û qiseyekîş le diwamahî
tewawî wutarekan dête bûn, ke debêt şa'îr be zimanî dayk binusêt?!.
Pêwîste hemûman rexne lêk bigrîn, welê lew katey ke lemanî pîrozî
rexne geyştît, çon rexne werçerxane û stayşîş qetîsman û lexobayî
bûn!, bew manayey ke ême amajeman pêda, dekirê ew hheqe bideme
pênusekem û binusêt ke serdemî stayş beser çû.
To detwanî be qumê maç bimxeytewe hellqullîn" eme nawnîşanî berhemî
şa'îrî berêz "şêrko bêkes"e ke berrêzî lî waye pêkdêt le şî'ru
pexişan welê lêreda debwaye amajey beweş kirdiba, ke le çame şî'ru
pexişane şî'ru pexişane nameş pêkdêt.
Çon le hendêk pexişanekanîda be zimanêkî name amêzu witare pexişan
dewrûjêt, newek pexişan (1), be taybet ew pexişane taybetyaney ke
arastey kesayetyek kirawn, ewey serewe ke wurjandim tenya le kanyawî
(şî'r û pexişan) dermhênawn û rêçkeyan kirduwe.
Ew katey le berdem "to detwanî be qumê maç bimxeyte hellqullîn" da
kirrnoşim bo xudawendî twêjînewey cwanîyekan bird, zanîm" şêrko
bêkes" jyan û mergî mîtolojîy deq û bûn û 'edemî mîtafîzîqî ewdîwî
deqî pêkewe likanduwe, boye her zû zanîm leberdem deqêkî pirr rêgew
liq û poyda westawm û mandûm dekat be diwî xoyda, bo ewey ke "mn" y
xom katêk fena debêt be nêw xomda, xom bidozmewe, be aramî hengawm
na, çon aramî beheştî bextewerîşe, pêwîste ew rastye bidrikêndirêt,
kerwêşke deqî"şêrko bêkes"be hemû tajyek raw nakirêt!, renge min nem
twanîbêt lem lêdiwanemda destim le kemerî boçûnekanîşî nedabêt, welê
hemû însanêk be bîr û boçûnêkî cya bêt rengêkî dar be ewîtir tabiloy
ew reng bikat, çon eger hemûman wek yek bîrman kirdewe, ba yek le
cyatî hemûman bîr bikatewe, renge ewe le hemû însanêk curetî ew
wucud bûnî nebêt. Welê însanêk xawen me'rîfe û 'eşqêkî serasîmey
cwanîyekan bêt û rasteqîne çeşinî xiwên be şademarekanî hatû ço
bikat, hemîşe rêgey cya degirêt! Cya le beramberekey.
Hendê car le şîwenewe zemawend dêtederê le hon honî firmêskida
pêkenîn epişkwê(2)
Le rûy hawdijkirdinî boçûnekan û gemekirdin be matmatîke mîtafîzîqî
honerî" to detwanî be qumê maç bimxeytewe hellqullîn"!! neytwanîwe
bew geme kirdine fentanyazya amêze destî bigate hewrekanî felsefey
nostalîjîy boçûnekanî, wata lengîyek be hawsengî deqekewe dyare" le
hon honî firmêskida pêkenîn epişkwê,, tewaw hawsengî deqeke le bar
debat, çon le hon honî firmêskida nek pêkenîn hîç ştêk napişkwê ke
hawdijî firmêsik bêt, îdî hî amajeş nîye bo ruwekekan ke" em"
pişkwêt, wuşey" epişkwê" zyatir bo em amajeye dirustitrew şyawe!
Dekira" şêrko bêkes" lem dêreda peyvî" nemam"î bekar hênabaye, wek/
le hon honî nemanî firmêskida pêkenîn epişkwê / ke wuşey" nemam"
amajeyeke bo boçûnekey û herweha parêzgarî le hawsengî deqe lengekeş
dekat û tiruskey boçûnekanîş rewneqdartir û dirêjtirîş dekat.
Gelêk car şa'îr le nêw temumjî boçûnekan û fentazîy efsaneyy û
fenabûn le xurafatî santimanetalîzmida xoy le bîr dekat û le nêw
oqyanusî boçûnekanda nghru debêt, keeme zor car weha le şa'îr dekat,
le amajey ştêkda, ştêk dekate qurbanî!, wata le bexişînî manayekda
manayek dekate bellagêr, eweta şa'îrî xoşewîst "barzan hestyar" ke
ewîş le nêw em motege bîrokaneda lî waye"henar" le bêstan derrwêt û
ser be beru bûmekanî bêstane. Henar le bêstan narrwêt û berhem
nayet, bellku bêstan zyatir gindore û tirozî û şaroxî û şemamey lê
berhem dêt, henarîş le baxda ke şa'îrî xoşewîst bem çeşine
nûsîwyetî: lêwrrêjîn le diroy balldar/ ke emanewêt dugmey
kirasekeman bitrazênîn û /" rastî" ekan wek henar le bêstanî sîyekan
berbibnewe(3).
Herweha lenaw heman çwarçêwey em boçuneda berrêz "'ebas 'bdulla
yusf" be kurte çîrrokî çayxaney naw teksîda nûsîwyetî" biveye bîkey
leçêwe hawkat şwênî hemû bêstanekan bizmardar debin.
(4) min namewêt leser ballî hîwamanîzmî pyase etik kem. Welê zorcar
nûsîn xoy rêgey xoy degirêt û bediwî yekda derrwat wuşekanî, " 'ebas
'bdulla yusf"î xoşewîst ke emîş lî waye şûtî le bêstan berhem dêt!
Herweha lenêw heman kurte çîrrokekey berrêz " 'ebas 'bdulla yusf" da
hatuwe: hendek kes dêne pêş çawm, çon xo dekujn, xo dawêne naw rûbar
(5).
Ême le tarîkî dunya dêyne naw dunya û diwatrîş bo nêw tarîkî, wata
mirov le bûnewe dête bûn û diwa wêstigeş bo mallî fena bûnî ebedî.
Welê xokûştin hokarekey xo hawîştine naw rûbar nîye, dekirêt
billêyn: hendek kes dêne pêş çawm, çon xo dexnikênn, xo dawêne naw
rûbar". Kame manî çemkekey be tewawî û bebê lengî hawsengî dedate
destewe.
Dekirêt lêreda binûsîn "barzan hestyaru 'ebas 'bdulla yusif " çeşinî
hunerî " to detwanî bequmê maç bimxeytewe hellqullîn" hunerêkî
forrmalîst nye, welê tenha lew liqeda ta radeyek ew hawboçûne xoy
mellas dawe, ke emeş nîgeranî û bêzar bûnî xud û .....htd. Ke em
destewajane zyatir hunere lêk delkênêt. Eger şa'îrêk bexemekanî xudî
xoyî û dewruberekeyy û jyan aws nebêt, xamekey natwanêt şî'rêk be
tewawî manakanyewe şî'r berhem bênêt, welê min boçunêkî dîkem heye
bo ewey ke degutrêt (şa'îr bo xoy denûsêt), ke em destewajeye cge le
boçunêkî çirûk û îflîc hîçî tir nye! Çon eger şa'îr bo xudî xoy
denûsêt, boçî berhemekanî le rûperrî billaw kirawekan billaw
dekatewe? Aya lenêw xemekanîda hawbendî xemekanî komellgey pêwe bend
nye? Aya emîş takêk nye lew komellgaye? Tênagem boçî şa'îr gelêk
diro legell xudî xoyan û xiwêneryan deken!
pîredar tûyek be destî bapîre gewre 'alî bedirxan nêjraw, lew
malleda. Le hodeyekî taze geçkarî kirawî ser dû deryekî êsik
sûkda(6).
Leser şî'r pêwîste waz lew wuşeye bênêt ke deqeke nezîf dekat, yaxud
şa'îr xoy dûre perêz bigrêt, emîş be wurd bûnewey zyatir û têramanî
binyadnerane û bîru bawerrî cyawazewe zor carîş her xoy çeşinî
twêjînereweyekî ekadîmî lenêw kollanekanî ew şare deqeyeda guzer
bikat û malle teknîkekanî ziman û gerreke binyad nerekan beser
bikatewe, ew fezayaney ke lêşî bê agaye agadar bikewêtewe û
wuryayane mamelle legell bikat wata şa'îr her xoy rexnegirî xudî
xoyetî, ke ta radeyekî berçaw û başîş her awa şyawtir buwe û herwa
hate û waş buwe.
Şêrko bêkesî şa'îr ke lem deqeda dellêt" le hodeyekî taze geçkarî
kirawî cya lewey huner zyade goy leweda kirduwe", wek deşzanîn zyade
goyî û dûbare kirdinewey çemik û bîroke û boçûn û tabilo lezetî şî'r
nahêlln, ke şa'îr lem deqeda denûsê" hodeyekî taze/ yekser bîrman wa
derrwat ke em hodeye tazeye geçkirawe pêwîstî nedekird amaje bewe
bidat key geçkarî û geçkiraw kirawe, welê mebestim zyatrî kirrokekem
eweye ke gutit geçkarî ew amajeye manî tewaw degeyenêt ke hodeke
tazeye, wuşey ( kirawî ) ke peyvêkî zyade û hawsengî deqekeşî
nehêştuwe çon geçkirawe- geçkarî- hodey taze lerrûy watawe hîç manî
cya xeslletî cyawaz naden be destewe, aya detwanîn billêyn le
nusînda geçkarî kirawî, ke eme destewajeyekî helleye û le rûy
rêzmanîşewe her helleye, kewaye hemû însanêk şaystey helle kirdine û
ewey helley nekirdibêt bûnî nye le jyanda, rêgey helle kirdin û
derencamekey demangeyenête rêgeçarey rasteqîne, yaxud le her helle
kirdinêkda rasteqîneyek xoy lenawîda hheşar dawe. Ewey ke zor xoy
dedate ber dîdî ew rasteqîneyeş( tak û koy ) wuşekan. Heta henukeş
nuser gelêk bem petaye denallênêt, kewaye le birrî ewey billêy..
xozge weham nusîbaye, hengawî zanstyane binê letewawî bwarekanî
jyanda. Ca wek gutim tak û koy wuşekan bote petayek û gewre û biçûk
be ezmûn û bê ezmûn nanasê, eweta emcare( surxî) le şî'rî ( gyan
şardinewe) denusêt:
Rojê dê, le pencere ser derdênê/ gyanim buwe be şêre befrîne û
çawekanim nemawe.( 7).
Ew însanane çend meznin katê mirdinyan, jyan be dill boyan degiryet,
yaxud diwî mirdinîş berheme bepêzekanyan her lelamanin û xoyan be
rohh mirdûn û beberhem û karekanyan, nemir û nemrîş demênnewe. Surxî
berrêz leçîy lêjî tak û ko wuşekanda tûşî helldêran hatuwe, wek le
kotayî dêrekeyda nusîwyetî: çawekanim nemawe ke çawekanim nemawn
dirûste, çon peyvî çawekanim koye û peyvî nemawn her ko. Welê wuşey
nemawe ser bexiştew nawçey takeweye û take. Keçî wuşey ( çawekanim )
koye, namewêt le xiwêndinewe û lêdiwan leser ( to etwanî be qumê maç
bimxeytewe hellqullîn ) dûr bikewmewe.
Welê rêçke nûsînim wehaye ke zorcar dewrjêt ewaney dekewne berdemî
ewanîş degirêtewe, kêşeyekî dî zeq heye lenaw edebda ke ewîş dyardey
nawçe û nawçe gerye, zor car wuşeyek lenawçeyek bekardê le rûy wata
û rêzmanyewe helleye û nadiruste, çon ledêrekanî yaxud destewajekanî
ewanda mana nadat be destewe, eger em deqey em wuşeyey têda bekar
hatuwe werbigêrdirêtewe ser zimanî mîlletêkî dîke, ewe bê şik deqeke
cwanyekey lebar deçêt çeşinî em deqe/ textey reş dellêt: supas
mamosta ke emet leser nûsîm û ewendet kujanmewe, bo ewey zortir
bizanim û zûtrîş dagîrsêmewe!(8).
Herwek amajem beweda ke lem deqeda şa'îr be zimanî nawçekey xoyan
dediwêt ke nawçey silêmanî xoşewîste ke lenûsînekeyda dellêt:
kujanmewe ke amajeye bo texte reşeke, ke wuşey kujanewe zyatir bo
girr û agir û ewaney ser be agirn û agirawîn diruste, keçî şa'îr xoy
mebestî sirrînewey texte reşekeye.
Kewaye texte reşeş girrî têber nebuwe, taku bikujêtewe be bê hîç
amajeyekîşî bo girr têber bûnî agir, bellku xallî mebestekey
sirrîneweye, ke her em wuşeyeş diruste ke şa'îr berdewam buwe leser
em bîroke û le kotayî deqekeşda nusîwyetî dagîrsêmewe, ke emeş
dirêje pêderî heman mebeste nadirusteyekeyetî, ke lem nawçeye em
destewajeye be zeqî berçaw dekewê.
Welê nabêt şa'îrêk çeşinî însanêkî xeyall all bîr bikatewe. Namewêt
xom be tenafî rexney sipêkitîzim hellbwasm, ke dillnyam diwa
wêsgekey le berraetyekanî cwanbînî û şebengî nurî 'îşiq diwamahî
dêt, welê ta ew perrî mestî 'îşqî hîwmanîzmî binic û kelênekanî
şî'rn, nazanim bo hemîşe xudawendî edeb pêm dellêt: zyatir rabmêne û
zyatir le zyatrî bîr bikewe"! Le felsefey nêçrralîzim dyare xudawend
pêman dellêt: bîr kirdinewey cyawez û qûll bunewey nostalîjyane le
şî'r be temen nye, bellku encamî bîrkirdinewekanî şa'îr xoyetî" welê
katêk mehêllin mellbendî bîr kirdinewetan bibête dîlî boçunêk,
bellku hemîşe boçunî dîlî em mellbende bêt, ewe wek çeşinî hunerî"
to etwanî be qumê maç bimxeytewe hellqullîn", ke le deqêkî dîke
nûsîwyetî" jûr pirr ebowe le culley deng û ceste", (9).
Ke huner lem deqeda bote dîlî boçûn, çon deng culley nye û jûr pirr
nakatewe le culle, bellku jûr pirr debêtewe le dengî goranî û mosîqa
û xoşî.. htd ber lewey pênusekem lerzok bigrêt bo diwamahî le
xiwêndinewe û lêdiwan û pyase benêw ramanekanî şêrko bêkesî şa'îrda,
min le derencam weham xiwêndewe û berçawî boçûnekanim kewt, ke şa'îr
neytwanîwe ştêkî modêrin û nwêxiwaz pêşkeş bikat.
Welê xo deşkirêt ewe tenha boçûnî min bêt û bes, çon min çêjî
xiwêndinewem zyatir le berhemekanî dîkey kirduwe naşkirêt le nusînda
xoman dûbare bikeynewe, yaxud berhemî tazey bê nwêxiwazî be
nwêbunewe û nwêxiwazî bixeyne ber dîdî xiwêneran.
Perawêz û serçawekan:
1. to etwanî be qumê maç bimxeytewe hellqullîn: şî'r û pexişan-
şêrko bêkes le billawkirawekanî dezgî aras jimare(561) çapî yekem
2007 hewlêr l 67.
2. birrwane heman serçawey pêşû l 160.
3. sallêk le nîgeranî qesîde barzan hestyar- lebillaw kirawekanî
dezgî aras jimare (695) çapî yekem 2008 hewlêr l 44.
4.cwayez (2) serperştî 'ebas 'ebdulla yusif le billawkirawekanî
dezgî aras j(99) çapî yekem 2001 çapixaney wezaretî perwerde hewlêr
l 78.
5. birrwane heman serçawey pêşû l 80.
6. birrwane heman serçawey pêşû l 168.
7.gyan şardinewe surxî govarî karwan jimare (224)î sallî 2008.
8. birrwane heman serçawey jimare yek l 209.
9. birrwane heman serçawey jimare yek l 263.