Dîwcînê feylesuf
berhevkirn: 'ebdulla pîr
Kadane_peer@yahoo.com
dhête gutin ku l sedsalya sêyê pêşî zaynî, kabirayek l( esîna)
paytextê welatê (girîkGreece ) dijya navê wî ( dîwcîn ) bû ,b(Cynic)
yê bernyas bû lidîv terzê jyana wî . Û peyva (Cynic) ya(girîk)î ye û
d zimanê îgilîzî da b ramana (Dog) dhêt ve, yanku bikurdî dibîte
(se).lêre jî navê wî layê felsefî yê bernyas b (Cynicsme)yan jî (
seyatî ) dhête wergirtin .
rujekê (dîwcîn ) d cîte nik feylesefê( girîk)î ( entîsîns)î yê ku
êke j layengîrên (sukirat)î ye û daxazê jê diket ku bibîte êk j
xiwêndikarên wî lê ew qibul naket , lidemê (dîwcîn ) gelek lê veparî
(entîsîns)dest da darekî w(dîwcîn ) da bedara lê (dîwcîn)î gutê "
çewa te divêt min biqute ..... Lê tu ç dara l pê l serdanana min
qayîmtir nabînî bu guhdarîkirna te .. eger ya hejî guhdarîkirnê bît
" l demê mamusta ser sirrmayî mayî razîbû (dîwcîn) bibîte
xiwêndikarekê wî û her j wê rujê (dîwcîn ) dhête nyasîn êk j
girngtirîn feylesufên (seyatî) yê . Ef dukitrîney (almijhb) bawerî b
piransîpê (sukirat) y hebû ku dibêjît " çakî encamê jyanê ye û
nhênya dilxuşî ye " . Çakî hatye pênasekirn ku zanîne
(epistimulujya)ye piştî hngî ewên l piştî wî hatî hemûan pêkul kirye
bigehne çakî yê her êk b rîêaxu ..... (seyatî) êk j her sê
xiwêndingehên j (sukirat)yetî vebûy (eywanetî "alrwaqye " , ebîgurî
, seyatî ) .
Derbarî (seyatî) wesa wan dilxuşî didît ku dest berdan j hemû
tiştekî. Ew dhête cîbecîkirn b jyaneka lidîv siruştî û b cîbecîkirna
têrbûna xuyetî û diwîrkeftin j hemû pêdvîên zêde.
(seyatî )nahête danan weku xiwêndingeheka felsefya rêk wipêk belku
dhête danan weku şêwazekê jyanê pitr ku sîstemekê felsefî bît . Wan
hemû tiştê berbelav j rewşt û yasa û tîtal û redikrin û ç girngî ne
dida getnên xelkî.
(dîwcîn) b bernyastirîn rîberê ve dukitrîney bû.............
Wil hema seyrtir bû .... çinku wî ef tîwra xu b dirustî
pirakitîzedikr ,daku bu xelkî pesendiket ku çakî ne bitnê tîwreka
felsefî ye . Wî ç nebû ... L ser ragirtina nefsa xu, jyaneka b
qetlazî ya tund rahat bû ,xu tûşî saru germa tund dikr . Clekî dirr
dibera bû,kepalek d destî da bû digel czdanekê û d bermîlekî da
dijya.
Hatbû nyasîn b kerib lê vebûn l dewlemendî winevyana nîşanên
ze'êrkirnê , mezxitna zêde , razîbûn b wî yê ku j xelkî zêde dibît û
didenê . Digut ku ewên fêrî jyaneka nasik bûyn dê hestê b bêzarîê
ken demê jyana beruvajî dibît , lê ewên rahatî l ser jyaneka diwîr j
xuşya dyar ku xuşyeka pitr diben b kerib lê vebûn b xuşên jyanê her
weku evîndar b diwîrkeftin j dezgira xu xuşîê dibet .
d bêjin ku( dîwcîn ) y dijyana xu da hemî çirayek vêbû b ruj lidîv
miruvekê çak (honest man) digerya . Û (honest ) b wata ( şerîf ,
rîzgirtin , dest pak , beriz , rastigu , b wefa , sakar , bê gunae )
dêt .
niza çewa dê ev hemû ramane d miruvekî da kum bin . Tîbînî (mruv b
giştî )
Ta nuke jî çirayê (dîwcîn)î yê bûye hêmayê lêgeryanê lidîv rastî yê
.
carekê pirsyar jê hate kirn : erê mirn şere ? Bersiv da : çewa d ê
şer bît .... em hest pê nakeyn demê dinav me da bît . L demê êkê dî
gutê jyan şer .. gut : ne jyan şere , belê pirakitîzekirna wê b
terzekê keç .
Pirsyar jê hate kirn bu tu felsefê d xiwînî ?
persiv da : girngya jyana te çye eger te nezanî çewa b şêweyekê baş
bijî.
Carekê lavekê zêde xu cwan kirbû dît .....
Gut ew nezanîna mêrane .........bê famî ye bu jinan .
Carekê pirsyar jê hate kirn : j ber ç xelik xêra b gerîda(geruka)
diket belê b feylesufa naket?
gut : xelik xêra b gerîda deket çinku ditrisin rujekê weku wan lê
bhên , lê kes d xura nabînît rujekê bibîte feylesuf .
Rujekê daxaza hndek xarenê j qersekî kir .
qersekî gut : dê demete eger tu şîy qena'etê bu min cêkey ,
(dîwcîn)î gutê eger min şya ba bu te qena'etê cîkem da bêjme te xu
biguje .
Carekê (dîwcîn)î wegherkir îna rêgira girt , bire bazarê kwîla da
bifruşin demê lê pirsîn :tu ç dişêy bikey ?
gut : hhukmê j mêra bikem ..... Min bifruşine wî yê meznek bixu
divêt .
L demê êkî gwe lê bûy ... Bire mala xu wikire mamustayê zarukên xiwe
.
Nakukyek dinêvbera wî we( îflatun)î da hebû .
(îflatun ) y şarê çak û desthelata wî pîruzdikr ..... Hemû çure ture
û huner redikrin eger b desthelatdarî û paşayî nehatba gutin , lê
(dîwcîn)î ef dyardên direw redikrin , tirane b şarê çak dikr , rexne
j yasayên çivakî û şarstanyeta serdem dikr , derbirîn b vê redikrinê
b şêweyekî pirakitîzane lidîv şîwazê jyana xu dikr .
Carekê (îflatun)î dît ku (dîwcîn) yê (xes)ekê dişut (ev çende dikr
bu peydakirna xarna xu ). (îflatun)î gutê : eger te xu nêzîkî
destheladarî kirba te pêdvî bivê çendê nedikr .
(dîwcîn)î persiv da :eger te (xes) şwîşt pê nevêt ç dev xuşya bu
desthelatê bikeyy .
Carekê (îflatun)î (dîwcîn) b (se dog) b navbir .(dîwcîn)î gut raste
çinku herdem ez dizvirmev cem wî kesî yê min difruşît!!!
(dîwcîn)î digut wanên felsefê yên (îflatun)î ze'êrkirna demî ne .
Carekê (îflatun)î wanek dinav xiwêndikarên xuda pêşkîş dikr , miruv
pênasedikr (ajelekê bê per û l ser bên xu birêve dcît ) . (dîwcîn )
çû dinav wanê da û çwîçe mirîşkek d destî dabû û digut berêxubdene
miruvê (îflatun)î.
Carekê (dîwcîn ) y ketke hjîr dixarin û (îflatun )î dît daxazkir jê
kir digel bixut ....( îflatun) hate pêş û xarin , îna (dîwcîn)î gutê
min gute te beşdare ne hemya bixu .
Dibêjin (eskender)ê mezin ( şahê mekedunya ) rujekê d nik (dîwcîn)î
raçû ku yê xu d bermîlî dabû ,xu dida htavê ,(eskender ) beramber
rawesta û gut ez (eskender)ê meznim .
- ez (dîwcîn)ê seme .
- tul min natrisî ??!
- tu miruvekê cakî yan yê xirapî??
- ez miruvekê cakim .
- kes l miruvê çak natrisît......
Paşî (eskender )gutê : tu divî bermîlî da dijî da serenca xelkî bixu
bikêşî û chê ser sirrmanê bî ???!
(dîwcîn)î bersiv da : raste te divêt welatê (fars)a dagîrkey da hemû
welatê ( girîk)î êk bêxî??? .... yan te divêt serenca xelkî bixu
bikêşî ??!
(eskender) kenî û gut ev bermîle yê tijî şarezî ye.
(dîwcîn)î gut hîvîdarim j bilî ve bermîlê pir j şarezayî xaleka
bextewerîê min heba .(eskender )ma ser sirrmayî baş wata bextewerîê
d zanî d axfitna (dîwcîn)î da , paşî daxaz j (dîwcîn)î kir ka ç umêd
hene da bu cîbecîbiket . (dîwcîn)î b hêmnî bersiv da : min tinê
tiştek l te divêt : tu nuke yê l beramber min rawestayî û tîşka
htavê te ya l min girtî hndek xu lade , wî tiştî l min venegire yê
kes neşêt bidet min .
Vedgêrin ku (eskender )î carekê gut eger ez (eskender ) nebam da
hîvî kem (dîwcîn )bim .
Herweha dhête vegêran ku herdû (dîwcîn ) û ( eskender ) d êk ruj da
mirn ,(dîwcîn ) j temenê nuhet salîda û (eskender ) d temenê sîhusê
salîda .
Carekê (dîwcîn )î birya rda ku bêhana xu ragirît û nehêlît ba bcîted
nav sîên wî da .... belku qena'et bhêt ç çare l geryanê nîne.
Niza d rwînştna xuda dibermîlî da û geryan b çirayî ..... (dîwcîn )
y ew dît yê lê d kerêt ??????!