Were pêkewe sema
bikeyn
kazîwe sallhh
Lêşawî ew xellkey hatûn bo bînînî fêstivallî gull û xoşewîstî, pêt
dellêt ew şare qereballghtirîn şarî cîhane, hezaran minall be şêwey
hunerî rêkxirawn û bûn be dîkorî şwêneke, hezaran 'aşqîş lew rojeda
xoyan amade deken cwantirîn wuşe bigorrnewe, birîskey kirîstallekan
çawî behêz dexiwazê bo berge girtin, xende û bê bakî û pakî
minallekan sercem rohhekan dênête coşî xoşwîstinî jyan, çipe û raz û
maçî 'aşqaneş peymanî jyan nwê dekatewe.
Le gell ewey pîrekanî ew willate 'aşqanetir û rêkipoştirn le
lawekan, bellam pêşyan xoşe biçne ew bonaney ke nawî xoyan
helldegirêt, ewan le ser ewe nakokn, ke fêstivallêkî taybet be xoyan
nakirêt be nawî vêstivallî gull û xoşewîstî kamllan, ger be helleş
billêyt pîran nizmît le nezmida nwanduwe û rewştî rêzgirtinit
bezanduwe, bellam hendê lew kamllaney le willatanî sêhemewe hatbûn
lewê nîştecê bûn, xoyan lê bê beş nedekird, le gell ewey zorbey kat
be tenya erroştin û bellam neşyandetwanî lêy dûrbin, layan bûbû be
evîwnî sedan xiwastî le dest çû.
ــ şîwet namo nîye, pêeçêt yekitr binasîn?
Mîna serî berzikrdewe bo bînînî pirsyarker, jinêkî serû penca sallî
pirç sipî û hendêk kurtî ber dîde kewt, bellam hêşta rewneqî cwanî û
xoşguzeranî le çawanîyewe le gell beranber dediwa, sersûrrman beşêk
lew sate û gerranewe bo yadewerî beşêkî dî le hzrî dagîrkird, lay
namo nîye, bellam naştwanêt billêt xoyetî "le dû kêşwerî cyawaz çî
lem sateda koman dekatewe, na, bawerr nakem behê bêt". Jineke
wêneyek le cantakey şanî derdehênêt, pîşanî mînay dedat xoy û mîna û
jinêkî dî danîştûn û pyawêkîş hendêk dûrtir lewan le wênekeda
derdekewêt, pyaweke xoyetî, jinekeş behêy xuşkyetî. Çon û çî
hênawyete êre? Bo lem rojeda? Xo nakirêt zanîbêtî min kêm û hemû ştî
têgeyandibêt? Be corêk hoşî dagîrkirdibû qisey nacor bûbû.
ــ bîrit mawe ew katey ême dû hawrrêy nizîk bûyn û azadî biram
deywîst serncit bolay xoy rabikêşê û keçî to ke bûyt be hawrrîy azad
îtir minit bîr çû lêm dûr kewtîtewe?
ــ a wabû? Min dûr kewtmewe?
Bîrî be sî sall rabirduwe agay le êstaw çonyetî wellamidanewekanî
debirrêt, çakî bîr mawe çonî bîr deçêt ewan be dû xiwêndikarî zankoy
pêşkewtûxiwaz nasrabûn, ke zor kes çawerrwanî gorran û dostaneyekî
bê wêne û nebînrawyan lew komelle lê dekirdin, gerçî maweyek bû mîna
nasazî le wêk neçûnî nêwan kirdar û reftarî derdebirrî, bellam azad
her be tawanbar kirdinî mîna deybirrêyewe gwaye kesêkî zor
hestewerew le xoyewe şt dirust dekat, heta ew rojey birrayaryanda
ewanîş weku hemû willatanî dinya cejnî rojî xoşewîstî biken, le rojî
valentaynda ewanîş aheng bigêrrin û lanî kem komellê hawrrê fêrr
biken ke le rojêkî sallda ahengêk bo xoşewîstîş hebêt le nêw ew hemû
bonew yadî karesat û cejnî aynî û syasîda tenha satêk le nêwan çend
hawrrêkda bo xoşewîstî.
Kê gwêyan lê degirêt, ke be degmen xellik lew komelleda dezanêt
valentayn watay çîye, yan tenanet le dinyada rojêk heye bo
xoşewîstî. Naçar pena bo hawrrê mesîhhîyekanyan berin kirawetrin, le
gell ewan pêk dên û şew ahengêk bo şewî valentayn sazdeken, mîna
xewnî bew satewe debînî le dûrî çawanêkî naşîrîn bin têr semay le
gell bikat. "sema, sema, heta ewperrî xewn, sema, heta sinurî ew dîw
mandû bûn, heta hellwerînî hemû gunahekan her sema, em şew yekem
silo danis le jyanmida le gell pyawî xewnekanim tomar dekem,
semayekî hêmnane, ew semay min pêm cwane, min wata û xiwêndinewey
xom heye boy, ke destî çepî kemerim degirêt, wate destî çepim ke le
dillmewe nizîke, lewêwe be sozî dill hemîşe em deste sozdare le
piştit allawe bo ewey hergîz nenewê, destî çepî minîş le piştî
şanîyewe cêgîr debêt, wate em deste, em soze hemîşe pallpişte hergîz
nahêllêt bê penay soz bît, pencekanî destî rastim le nêw pencekanî
destî rastîda win debêt û lêk deallên be watay manewew xoşewîstî
hemîşe, hengawêk be lay rastda, hengawnan bo manewey ew peymaney le
destî rastda cêgîrman kird, hengawêk be lay çepda bîr hênawew
hengawnan bo destî pallpiştî ew layey tirpey jyanî cyawaz lêwey jyan
denasênî".
êsta ewîş weku ew pyawaney le gell jinekanda destyan kird be sema,
le kursyekey tenîştimewe helldestê dête berdemim û destî rastî
radekêşêt bo destim û dembate nêw rîzî semakeran, ew sema taybete be
jyanman denasênîn, bo bê denge?? bo tenanet agay le minîş nemawew
çawêkî kirdiwe be de bo têrrwanînî ew jinaney her yek destyan le
şanî pyawêk gîr buwe û serqallî sema û çipe gorrînewen, kes le ser
kursyekan nîye min û ew nebêt? Îtir çawerrwanî çîye? Bo wa hhepesawî
lê rwanîne? Ey îtir ême bo birryar bû em ahenge bigêrrîn ger le
danîştinî çaxane biçêt? Xo nehatûyn tenha le bextewerî xellkî dî
birrwanîn? Bê sûd çakitre xom dergay core giftugoyekî le gell
bikemewe ramankêşête naw hawrrêyekanman.
ــ mirov û mang le yek deçin her çend layekî pirşingidar bêt layekî
dî tarîke, tênagem le beşe tarîkeket azad, bellam xozge beşe
rûnakekey ne ekujandewe.
ــ çakitrîş xot mandû nekeyt be têgeştinîyewe mîna, jyan pirre le
tarîkî ger be duwî nhênî hemû tarîkîyekanda gerrayt mandû debît.
ــ bellê dillnyam ew gerranêkî mandûkere, bellam jyan deqî
şanogerîyekî nexiwêndiraweye, ger bimanxiwêndayetewe rollman têda
nedebînî, boye karmane mandû bîn be rûnakkirdinewey beşe tarîkeke.
ــ dezanim zor hhez le dem werdanî felsefe dekeyt, bellam ew
rûnakîyane ewende be tîn nîn beşe tarîkekey pê rûnak bikrêtewe,
çunke jyan le kitêbêk deçêt êmeş dêrre xoll girtuwekanî.
ــ kewate heste ba be sema hendêk lew tep û toze bitekênîn, ba êmeş
biçîne rîzî hawrrêyekanmanewe sema bikeyn, sema bikeyn heta degeyn
be rûnakîyekan.
ــ şêt bûyt, to jinêkî abirrûmend nît, çon rêget dedem simit û
kefell badeyt bo ew hemû pyawe.
dekişêtewe bo ser kursyeke, serî tund dekat le pallpiştekey û be
dengêkî pirr lerze û şok..
ــ ke doxit wabû, eme nawerrokit ew hemû diramayet bo nwand, em
ahenget bo sazkird, bo temaşakirdin? Ke pêm egutît tûşî nexoşî witnî
bê kirdar bûyt, pêy seghllet debûyt û pêt degutim girêt heye
beranber 'eqllî pyaw, bellam key girêyekanî xot çareser kird, ew kat
peywendîm pêwe bike.
carêkî dî degerrêtewe nêw cîhanî fêstivallî gull û xanmî kone
hawrrêy, hêşta le wêneke denwarrê, behê ellêt; "ezanî rizgarî bû lew
doxe, xot dezanît azad xoy her le binemada nîw sede ber komellekey
xoy kewtbû, êsta ew bîst û pênic salley derewe ewendey dî namoy
kirduwe bew kultûre". Zerdexeneyekî gallte amêz ser lêwî mîna
degirêt û be dengêkî gallte amêz "bellî, her zor zorîş ber
komellekey xoy kewtbû".
"xozge wadebû, nazanim bo ta êstaş hêşta her be gumanim bîst û pênic
sallî henderan kesyetye dû let buwekey kokirdibêtewew kirdibêtî be
yek, hênde bê mitmane bûm bewey henderanîş ew core kesyetye çareser
bikat, naçar bûm, a naçar bûm bo mawey dû salle weku jinêkî byanî
çatî le gell dekem, hergîz wuşeyekî kurdîm bekar nehêna, tenanet ke
deşîgut min kurdim, demgut kurd çîye û le kwêye? Zorim mebeste rastî
bizanm, bizanim ewîş hestî weku mine, ew hestey ber sî sall û le
temenî bîst û pênic sallîda dam be ew, be hoy dû kerit bûnî
kesyetyewe, 'eqllim, 'eqllim rêgey nedam bew kesyetye le cê çuwe
razî bim, bellam dillm her le lay bû, bîst sallî ghurbetîş bîrî
nebirdimewe. Tenanet ke hhezim dekird bême hendiran û pêm dagirt le
hawserekem bêyne derewe her ew heste bû bo ew, bellam ew le giftugoy
nêwan hawrrêyekanîda nebêt, bîstûme zor car nawî hênawm, weku yad
hênaneweyan ke peywendî le gell min hebuwe, ewîş tenha ew satane û
le gell ew core hawrrêyaney peywendyan le gell jin mitmaney zyatrî
pyawetîyan pê ebexişê, îtir hergîz bîrî lewe nekirdotewe peywendyek
bikat weku dû mirovî nasraw ke rêz lew sataney rabirdû bigrin. Jinîş
bûnewerêkî seyre, hemîşe demgut ba min ew nebm, milmilanîyey mirovêk
nekem, hîçî dî nîye bîdorrênêt, dezanim ger wabillêm pêkenînî pêm
dêt, çunke xo ew ne xoy be dorraw dezanêt û ne xesar kirduwîş,
layenî kem min twanîm hawser û sê minallim hebêt û her yekeyan emrro
lewedan bimken be dapîre, bellam xo ew her lew bêhudhîyey xoyda
sorrayewew hîçî pê nekira, ne hawserî, ne minall, ne jyanêkî
serkewtû û cyawaz le bawîş, îtir debêt çî hebêt bîdorrênêt, dillnyam
herhîçî nîye û be gumanim lewey rojêkîş hebêt, axir çî hebêt dû
salle qisey le gell dekem, be nawî xiwazraw û zimanî bêgane, tenanet
neytwanîwe rohhî xoşî nedorrênêt û carêk le carekan billêt em rohhey
le gellim dediwêt pêy aşina bûm, tenanet ke minîş wîstim ew yadewerî
û rohhey la zîndû kemewe, be çat lêm pirsî:
M_a_ry@yt.com
Hhez ekem basêkî yekêk le behêztirîn peywendîyekanî xotim bo bikeyt,
ke hêşta lat mabêtewe.
Namokurd@yt.com
Min be lawî hatûmete em wullatewe û lew kateşewe her sellit bûm,
kewate ezmûnî zorim heye, hendêkyan yadewerî cwanyan la becêhêştûm û
hendêkîşyan her ew sate le yadim kirduwe.
M_a_ry@yt.com
Kewate hîç xoşewîstîyekî rasteqîne le jyanda nebuwe, ke birîn û
xende û xoşî û naxoşî la becê hêştibît?
Namokurd@yt.com
Xot dezanît jinî em kultûre, zorbeyan bê wefan û her ewende le gell
pyawêkda debin heta mebestî pêyetî, yan paredare, yan dostêkî başî
kulturekey xoyan dest dekewêt, paşan be êmey bêgane nawzhdkiraw
ellên bey bay, her eweş way kirduwe, zyatir hogirî to bim, çunke
dyare to le xêzanêkî cyawazda gewre bûyt û heta êsta hestim bew
kirdare nacore nekirduwe têdda bê.
M_a_ry@yt.com
Kewate boçî kesêk le kultûrî xotan hellnabijêrît?
Namokurd@yt.com
Zor car hewllim dawe, bellam le rastîda ewanîş le astî minda nebûn,
kultûrî ême çunke kultûrêkî daxrawe ,pyawanêkî kirawey weku min jinî
guncawî têda dest nakewêt.
M_a_ry@yt.com
Kewate to hergîz peywendît le gell jinanî kulturî xot nebestuwee?
Namokurd@yt.com
Ba bo kat be ser birdin hendê car bellê..
M_a_ry@yt.com
Ey be lawî ew katey le willatî xot bûyt, xo bawerr nakem ew kateş
her weku êsta kirawe bûbêt, çon bû e kat lewê kesêkit xoş newîst?
Namokurd@yt.com
Lewêş hendê peywendîm hebû, tenanet diwa peywendîm le yek katda le
gell duwan bûm, bibûre ezanim em wuşeye êwe zor seghllet ekat le
kultûrtanda pesend nîye le yek katda le gell dûkes bît, bellam
kultûrî ême detwanît le yek katda çwar jinîşt hebêt, ca min tenha
mebestim ewe bû le katêkî dyarîkirawda her kamyan baş bû eweyan
bikem be hawserm, nek bawerrim be hebûnî çwar jin û nayeksanî jin
bêt, bellam ne guncawbûn.
M_a_ry@yt.com
Asayye ger biprisim nawyan çî bû, dyare tenha demewêt bizanim nawî
jinaney wullatî êwe çone?
Namokurd@yt.com
Bellî, nawyan mîna û şîrîn bû.
M_a_ry@yt.com
Başe şew şad katêkî dî qise ekeyn.
Şokêkî kem nebû bo mînay be marî bû, herçend qisekanî rabirduwî be
bîr dehatewe bawerrî neekird hzrî hênde lawaz bûbêt roll bînînekanî
nexiwêndibêtewe, birrway neekird ew hemû felsefe û qise zilaney
deykird be xorakî mêşkî ew çendîn jinî dî bo pîşandanî nêryetî
bûbêt, cge le diramayek, dirextêkî bê ber bûbêt, betaybet mîna bo
satêkîş le mêşkî xoy dernehênabû, boyeş herke hawserekey koçî diwayî
kird, paş heşt mang peywendî pêwe kird, bellam be nawî xiwazraw û
netewey xiwazrawewe, tenha mebestî bû bizanêt her hzir hoşyarîyekey
carane, yaxud temenî dirêjî henderan û kultûrî kirawe kirasêkî dî be
ber birrîwe, bo ewey dillnyabêt ger hêşta lew gome lîxneda mele
dekat ewe ber le xopênasandinî rasteqîne pêy billêt birro bo ew
şwêney toyan pesende, bellam ewey hendêk bextewerî kirdibû, le
qisekanîda ta êsta tewaw cyawaze, cyawaz lew pyawey caran eynasî,
cyawaz lew dirrndey deytwanî rollî mirov bibînêt, ewane hendêk hanî
da paş dû sall billê başe amadem bêyt serdanim bikeyt, bellam be
mercêk yekem dîdarman le rojî vêstivallî gull û xoşewîstîda bêt û
yekem hengaw be sema dest pê keyn. Ewîş le wellamida:
ــ a ke hellbijardeyekî cwane, weku ewe waye le dillî minda bûbît,
ewe xiwastî minîşe yekem hengaw be sema dest pê bikeyn, sema sema
heta ew dîwî jîn, semaye arezûy minîş, sema heta ew dîwî rohh.
Eme yekêk bû lew derbirrînaney way le mîna kirdibû wabizanêt hêşta
her bîr le ew dekatewe, çunke ewane derbirrînî mîna bûn katî xoy
bemî gutbû, emîş ta êsta byanllêtewe, watay hogir bûnî dekat be
xawenî gutekan, yan...!
"yan çî mîna?! bo detewêt carêkî dî xot bixelletênît, ey bo nallêyt
yan hellgirtinî çend wuşeyek lewaney ke zanîwyetî le xiwastî jinewe
nizîkin bo rawkirdinyan?"
Zirrey le nakawî perdaxî vodika û berzibûnewey dengî mosîqa mînay le
endîşey rabirduwewe degwêzêtewe bo katî aheng û fêstivalleke,
katjimêre gewrekey ser dîwarekey beranber nîgakanî deqozêtewe û tûşî
dillexurpeyekî nabexoy dekat, dillerrawkêy ewey katî hatnî dostî
konî nwêy nizîk buwetewe û hêşta behê y xuşkî her lewê mawe, eweş
pilanekey helleweşênêtewe, em nayewêt sereta bînasêtewe û bizanêt ew
jiney dû salle qisey le gell ekat mînaye, byanûy çûne ser aw berew
germawekey debat, lewê be dû lansîsî şîn çawe reşekanî dadepoşî,
qije reşekeşî demêke temen le rengî birdibowe û lerrengî zerdî
dekird, hêşta sîmay cwanî xoy denasênêt, berzibûnewey ser me'îdey
hendêk goştinî derdexat, le awênekeda xoy be dille bellam zyatir xoy
serqall dekat be xiwastî cêhêştinî holleke le layen hawrrê
konekeyewe, le dergakewe holleke depişkinê, dillxoşe bewey lewê
naybînêt, yekirrast berew dergay rojhellatî holleke deçêt, ew dergay
birryar bû le berdemîda yek bibînn, her le rûy nawewe lem dîwî
şûşekewe nîgay deçête ser birîskey gillopekanî şar û lêk allanyan le
pirçî reşî şew, milmilanîyey ew kerte mange renge zerde deken be
nêwerrastî asmanewe kiz û reng zerd uqrey girtuwe. "şewêke bo
romansî rasteqîne, nek masik poşîn û taqîkirdinewe, key
hellbijardinî min bû, ger masik nepoşim weku rabirdû hergîz nazanim
maskî poşîwe".
Her le dûrewe eynasêtewe, gerçî fişarî rojgar û nabextewerî be
aşkira pêwe dyare, bellam xoy wapîşan dedat ke pyawêkî zor bextewer
û suhhbet zane, eweş le hestî bo bextewerkirdinî beranberewe
serçawey negirtuwe, le tirsewe serçawey girtuwe, tirsî
rojhellatîyekan le têrrwanînî rojawayyekan beranberyan, ew
têrrwanîney pêyan waye rojhellatîyekan, hellhatûy şerr û kuştin û
tundutîjî û mirdinn, sercem girêy derûnî, rohhî şerrangîzî û xemokî
dagîrî kirdûn, boye hemîşe wa xoyan pîşan deden ewan nebûn ew
kêşaneyan bînîwe û be perrcuyek lewanewe dûr buwe, cge le
dirustikrdnî zerdexene û suhhbetî be zor dirustikraw ke le ser dem û
çawyan nahhez û naçîze derdekewêt.
Mîna le tirsî ewey be deng neynasêtewe, pêy xoş nîye zor qise bikat,
ellê "wabizanim hîç qise nemawe le mawey em dû salleda be çat
nemankirdibêt, emrro yek car le sallda dûbare ebêtewe, wa emsall to
lem rojem dayt, ba le ser birryarekey xoman, dest û lêwman le gell
semada yek binasêt"
Amade başî bo nîşandedat, hengawekanyan wird wird têkellawî rîtmî
silo danis deken azad bemyan ellê "marî zor baş em semaye dezanît".
Mîna pêy xoşe be rastî ew xewne konîney bhênête dî û le gell ew
kesey sî salle le yadî nekirduwe û sî sall ber le êsta wîstî
xewnekan amêzî şepolî hengawe rast û çepekanî semayekî hêmin bikat,
emrro qerebûy bikatewe, bellam pêy xoşe sereta her bem nawe û
kesyetye xiwazrawekewe hendêk le hunerî mamellekirdinî nwêy
bixwênêtewe, lewêşda dengî mosîqa û denge dengî ahengigêrran
mitmaney ewey edatê lew herayeda dengî nenasêtewe, boye demî le gwêy
nizîk dekatewe û dekewête pirsyarkirdinî :
ــ ewey hendê car dillerrawkêm la dirust dekat, têrrwanînî êwey
pyawî rojhellatîye bo jin, zor ştî neşyawm bîstuwe.
ــ bellê bedaxewe ew core hheşeryane hêşta le komellgay miroyîda
mawn, min xom willatekemim be hoy heman meselewe be cêhêştuwe, çunke
dakokîkaryekî sersextî jinan bûm, eweş le hendê komellgada be şerim
û xirape be ser pyawanda deşkêtewe, her eweş way lêkirdûm le derewey
bazney rewendekey xom bo hawser binwarrim.
ــ boçî? Meger to nallêyt le willatî xot dakokîkarî mafî jin bûyt û
dijî pyawanî nadadiwer, îtir jin boçî lederewey bazney gerrant, xo
ewanîş ew pyawane nîn ke nawt nan hheşerî?
ــ le rastîda çunke jinanîş lew doxeda gewrebûn, ew doxeyan bo xoyan
pesende, min lewîş jinêkî 'eqill kirawem nedebînî, ke tenanet em
semakirdiney êstay min û toy pê asayî bêt û êware xiwanêkman pêkewe
hebêt.
Xêra be pyahelldanî "şînî çawekantim zor pê cwane, hemîşe arezûm
buwe hawserekem .
ــ ey to le gell dû jin be yekewe peywendît hebû hîçyan çawyan şîn
nebû? Hîçyan arezûy semayan neekird?
ــ na ême jinî çaw kallman keme, kesîşyan ewende roşinbîr nebûn hîç
le cîhanî efsûnawî sema bigen.
ــ ey to bo fêrit nekirdin?
ــ tebî'et le jêr rohheweye, be min nagorrêt, be gorrînî rohh
derdeçêt.
mîna tewaw seghllet debêt bewey heta êsta buçûnekanî ew dûbare
ekatewe, yekêkyan ewey diwayî bû, ke mîna be cêy hêşt pêy gut, ew
kesyetye dûkerit buwey to be min nagorrêt û siruştî mirov le jêr
rohheweye, ger rohhit hellkollim bo gorrîn gyanit derdeçêt, wazit lê
dehênim le duwî kesêk...
Bellam her dan be xoyda denê û deyewêt wellamî diwa pirsyar bikat be
yeqîn, depirsêt:
ــ ey pêt çone ger yekêkyan êsta lem holleda peyda bibêt û le to
baştir sema bizanêt û semat le gell bikat?
Şillejan rîtmî deng û qisekirdinî deşêwênêt.
ــ ewan çî deken lêre? Diwayî min tênagem to hergîz ewende pirsyarî
rabirdût lê nekirdûm, bo waz le rabirdûyek nahênêt ke tenha beşêke
le rabirduwî min nek kesêkî dîke.
ــ çunke min beşêkim lew rabirduwe, mafim be ser ew rabirdiwewe
heye?
Ber lewey bhêllêt gomî sersûrrmanî be wuşeyekiş bşilleqênêt, emcare
be kurdî pêê ellêt: "min mînam azad, mînay..."
nahêllêt tewawî bikat be tûrreyy û tewsewe lêê werdegirêtewee:
ــ ew mînay sî sall ber le êsta wazim lê hênawew bê şermane bem
temenewew bem serî sipîyewe le naw em hemû xellkeda kewtuwete simit
û qing badan.
bonêkî nezok minallekan dexate rişanewe, rişanewey minallekan
gullekan le bon dexat û be sîsî lar debnewe, çiraxanî holleke û reng
zerdîy mangîş le jêr perdey tarîkîda dadepoşrêt.
November2007