|
Ba
qeleme serşêtekem
Le ruxisarî to bidwê
ba qeleme serşêtekem
Le ruxisarî to bidwê
Yadgarîyekan
Bûn be hawdemî roje tall û şîrnekan
Ke mindall bûm
Çawerrwanî rojêkî befrînim dekird ..
Ta bitwanim peykerêkit
Le befir bo dirustkem ..
Şêwey le to biçê w
Heta hetayê netwêtewe.
Hendê car yarî befrîneman dekird ..
Taku cesteman ber cestey yekitr kewê.
Hendê carîş destiman sir debû w
Cêjwanêk nebû
Bîkeyn behheşargeyekî gerim ..
Lewkateda penaman bo iAgir debird û
Debûyn be hawdemî agir,
Lew kate riqman le befir bû
Befrîş xoşî dewîstîn..
Ke gewre bûyn û bûyn be dostî befir..
Lew kate sirr û germeda
Birryarmida çepkê gellawgull
Le agir û befir çê bikem;
Gull le befir..
Gella le agir .
Destim bo gellawgull debird
Sirr û germîy ewkatyan lê bedîdekira .
Biryarim da dillîşim bikem be încanew
Le jûre tenyayekemî danêm..
Çira xamşekem dagirsênim..
Be dyaryewe şewnxunîy bikêşim ,
Pênusekem hawrêm bê ...
Ta ew roje
Legell gullî befir û gellay agir
Bitwanîn maç le demî yekitr bikeyn ..
Sirr û germîy pêşûman bîrçêtewe
Pencerey jûrekem bikem be wêstigeyêk
Ta henase gerim û sardekanmî tya derbikem .
Sunday 30 December 2007
|