Dana 'esker:
karesate ême
wezaretî roşinbîrî û dezgagelî roşinbîrîman hebê
Sazdanî:
raber farîq
*: rexne çîye?
Dana
'esker: bo ewey le asayî kirdinewey pirsyar (rrexne çîye) têbgeyn,
debê sereta pirsyar ewe bikeyn: rexnegir kêye?... têgeyştinman bo
cor rexne û dîde cyawazekan rexne çîye? Amajekan çîn, demanbenewe
berdem cor û cudawaz rexne le dinya edeb û syaset? Dyare berrêzit
mebestit le dîd rexney edebîye. Sereta, rexnegir ew keseye ke be
dîdêk rexnegirane le waqî' derrwanê, wate: ta cûlley syas û ferheng
û komellayet hebn, rexne dîdêk amadeye lew dinya berfirawaneda, boye
ême natwanîn le berdem pirsyarêk lew core mcrd le amaje û dîd
cudawaz, yek cor têrrwanînman hebê bo çemk rexne, ewcar eger rexne
hellgir corêk le fakit û mîtod û me'rîfe nebê natwanê ew têgeyştiney
serewe lexo bigrê ke amajem pêda, boye debê billêyn dîd rexne le
edebda, dîdêk însanîyaney heye û kar leser mana şarawe û dinya
cyawazekan deq deka ke zor girnge rexnegir ew mercane le deq
rexnekeyda hebn, bewey rexnegir kar leser dinyabînî deq deka, nek
leser dîd nûser. Bo ewey lem hhallete têbgeyn, debê billêyn le dinya
edebyat kurdîda ta kotayî sedey bîst rexney kurd kar leser cor
bîrkirdinewe û têrrwanîn nûser dekird ke emeyan hêndey amajeye bo
cor karkirdin û bîrkirdinewey takekes, hênde kar leser nêwerrok deq
naka. Bellam emrro diwa ewey edeb kurd û xud rexne kar leser
pêkhatey deq deken, wek ewey deq kurd le astêk cudawazî mîtod û
têrrwanînekan bê, ke emeyan dinyayek boçûn fîkir cudawaz le cor deq
serkewtû le xoyda helldegirê. Diwacar rexne çîye? Yan kar rexne
çîye? Ew pêwaney cudawazîyekan deng û cor dinya deq deka û hewll
deda xall, yaxud tîşik bixate ser ew silbyataney ke deq le rêgey
têrrwanîn nacorewe erk xo le dest deda. Rexne detwanê têrrwanînêk
derûnîyane bo saykolocîyet nûser dabîn bika, bellam axo em core
rexnane ç xizmetêk be deq degeyenin. Ewey mebeste bîllêm, emeye:
rexne kar leser mana û delaletekan deq deka ke le rêgey ziman û
fentazya û xeyallewe bûnyad nirawn. Bo ewey waqî'îyane le deq
nerrwanîn û le heman katda be şêweyek gişt waqî' perawêz nexeyn,
dellêyn nabê deq hellgir têrrwanînêk sertapagîr waqî'î bê û le heman
katda deq natwanê pişt le waqî' bika, çunke xud deq be pêwerekan
waqî' amajey pê dedirê, bewey ziman û xeyall û me'rîfe ew dinyaye
cudawaztir dexene ber dîd xiwêner. Kewate: rexne kar eweye ew
mufareqe pêkhateye hest pêbika û cudawazîyekan hellêncênê. Eger qise
leser eweş bikeyn ke rexne be ç mîtodêk kar deka û le syaq amajekan
xoyda ç îzafeyek pêye, debê billêyn: rexne hellgir rehendêk me'rîf û
amajeyyye ke derencam winbûn fakitekan û hatne nawewey dîd syas û
aydyolojî nacorewe ke deq berew têrrwanîn cudawaz le dîd û erkekan
edeb deba û amajekan rexneş ew feza winbuwey deq aşkira deken, le
akamda rexne roşinbîrîyek rexneyyye.
*: ême bo ewey le dû çemk leser nenûsraw
wekû (rrexne) û (rrave) têbgeyn, be têrrwanîn to, pêwîste dawa komek
le çî bikeyn, ta hem bibîn be xawen rexneyek firerrehend û firemîtod
û giştigîr û twêkarî balla, hem ravekanîş lew sinûre qetîsmawey êste
derbhênrên bo nêw fezagelêk tir?
dana
'esker: debê lêrewe qise lew pirsyarey berrêzit bikeyn: aya deq
rexne ç amajeyek le pişteweye? Yaxud çon cudawaz le nêwan ew dû
şêwaze nûsîneda dekeyn? Yaxud kamyan xizmet be deq û edebyat kurd
deken? Pêştir le wellam pirsyar yekemda basim le cudawazî ziman û
têgeyştin le rexne le dû qonagh cyawazda kird, bewey rexney kurd le
qonaghêkda hêndey qisey leser nûser bû, be hhukm ewey xawen ew ruyaw
têrrwanînaneye, hênde bela deqda nederroyşt, bellam deq rexneyy
emrro be pêçewanewe zor girng be ruya karekitere cudawazekan deda ke
deq le rêgey cudawazî dîd û saykolojîyet û têrrwanîne cudawazekan
dirustî deka, emeyan rollêk girng debê bo dîde cudawazekan û
kirdinewey derge daxrawekan dinyabîn û takirrehendî karekiter û
berew pêşewe çûn edeb le dinya roşinbîrî êmeda ke xiwêndineweyek
sosyo roşinbîrî dirust deka. Ewey dekirê emrro qisey leser bikeyn,
ziman cudawaz û dîd cudawaz rexne û corekan ravekirdin deqn, ke
emeyşyan girngîyek berçaw xizmet be deq û edeb deka, bellam hendêk
lew rave kirdinane corawcorin ke dekirê billêyn hendêkyan
peywendîyan be ravekirdin edebîyewe nîye, hêndey wek hhalletêk
saykoloj û dîde syasîyekan amajeyan pê dedirê. Zor car le gutar
syasî natwanin xoyan rizgar biken û zimanyan debête ziman
syasîyekan, boye dekirê billêyn em core ravekirdinane corêkin le
feragh rexneyy û nebûn me'rîfey rexne be mana 'eqlanîyekey ke
dinyayek qisey leser cîddîyet rexne be diwa xoyda pelkêş deka, her
em şêwaze ravekirdinanen ew dîwe nacorane la xiwêner ême dirust
deken ke rexney cîdd be mana mentîqîyekey wine, dyare le pall em
core ravekirdinaneş kêşeyek tirman heye le dinya rexneda, ewîş roll
mucamele kirdine ke le dinya rexney êmeda be şêweyek berçaw bûn heye
û dîd xiwêner cîddî kurd le beranber xudêt rexne naşrîn kirduwe,
boye hendêk lew benêw rexnegirane be mentîq xo derbazkirdin le
nîgeranî nûser û tênegeyştin le rexne, diwatir şerim û tefsîr nacor,
ball beser 'eqllîyet nûser kurd da degirê û le bir rexney cîdd kar
leser em şêwe be nêw rexneye deka ke emeyş rexne nîye, bellkû
dergeyekî kuşindeye be rûy nûserî araste kirawda dekirêtewe. Ke
dellêm rexney cîdd, lem ruwewe giştigîr me'rîfe le nêwerok
babetîyaney deq dediwê, boye hendêk car em core mamellekirdine leber
hhallet lawek û peywendî kesêt dirust debê, ewey pêwîste qisey leser
bikrê ştêk nîye le nêwend edeb û xud rexneda naw (komek kirdin) bê,
emey heye bo ewey em kayeye be dirrştnêk babetîyane bixeyne gerr ke
dûr bê le mentîq mucamele kirdin û dillşikandin û şerm, emeyş eweman
bo aşkira deka ke ême komellgeyek şerminîn û nemantwanîwe bem şêwe
diruste mamelle legell deqda bikeyn û xoman yekilayî bikeynewe, boye
natwanîn mamelleyek 'eqllanî legell deqda bikeyn, bo ewey lem şêwaze
xoman rizgar bikeyn û hewll bideyn deq le dinyabînî xoyda bixeyne
rû. Debê nûser wek tenha xawen nûsîneke temaşa bikeyn, çunke diwacar
deq amajeyek taybetî xo heye, em amajeyeyş beşêk girfit waqî'îye û
beşekan tir girfit ziman û ruya xeyall û me'rîfen, eger ême nûser le
deq cudawaz nekeynewe natwanîn le taybetmendî deq têbgeyn. Kewate:
detwanîn billêyn derencam dirustibûn pirsyar nebûn rexney cîdd, ew
şêwe mamellekirdineye legell deq, akam; ta ravekirdin namewzu'yane
nexeyne lawe natwanîn xawen dîd û rexney cîddîy bîn, hawkat le rave
û sadegoyî ravekirdin rizgarman nabê.
*: ewaney le edebyat kurdîda wekû
rexnegir nasrawn, hemîşe ellternatîv dehênnewe lekat arastekirdin
rexne le deqêkda, lebat hellkollîn xak heman deq, bew kareyş weha
denwênin ke xawen xeyall firawan û me'rîfey le binnehatû û ezmûnêk
qûllbin le bwar rexnegirtinda, pêtwaye deq le hîç katêkda pêwîst be
ellternatîv (pasaw) hebê, yaxud dozînewey ellternatîv kar yekêk tire
be naw (pasawkar)?
dana
'esker: hendêk car kesanêk hen ke hîç bakgirawndêk fîkir û
me'rîfîyan nîye, hawkat kar rexneyy leser deq deken, diwacarîş ewey
xoyan birrwayan pê hebê ellternatîv bo dirust deken û be têgeyştin
xoyan gorrankar le deqda deken. Kêşeke lewedaye em dû core nûsîne
cuda nekirawnetewe, boye em têrrwanîneyş beranber be rexne heye.
Diwacar, girnge rexnegir dinyabîn û me'rîfe le pişt deqekeyewe hebn,
hawkat bitwanê le hendêk hhalletda ellternatîv hebê sebaret be
kemukurrîyekan le rû fîkir û zimanewanîyewe, bellam le nêwend edeb
êmeda eweş heye ke ême bîru boçûn cudawaz yekitr qibûll nakeyn û em
têrrwanîneyş hemîşe buwe be girfit lem nêwendeda. Zor girnge ême
diwa rexney babet hest be rastî ew têrrwanîney rexnegir bikeyn û
hewll bideyn le dahatûda bew forim û têrrwanînewe nenûsîn û le heman
katda hheqîqet ew rexnegire be hend werbigrîn û lekat rast gutnda
stayş bikey. Ême hemû em hhalletane hest pêdekeyn û sûrr dezanîn
têrrwanîn rexnegiraney rexnegir sed der sed raste, bellam le emlaw
ewla dan bew rastîyane nanêyn û beçaw dujmin û kes lexobayî û
nazanim çîy tir temaşay dekeyn. Katêk bas rexney babetîyane dekem û
dellêm: le rû fîkir û me'rîfewe, me'rîfe bew manaye na ke rexnegir
têgeyştin xo beser deqda bisepênê, bellkû mebesteke eweye: nûser
hewll bida le îltîzam stratîcîyet takirrehend û aydyolojî xo rizgar
bika, çunke diwacar ew deqe le xizmet hheqîqet edebda nabê, bellkû
le xizmet aydyolojyada debê. Hendêk car kesanêk bewe amajet pêdeden
ke aydyolojyaş beşêke le fîkir, bellam wek xoyan guten beşêke, nek
hemû fîkir, bew şêweye ew deqe le nemrîy mucered debê û ewey le
edebyat êmeda bed dekirê şêwe gutnêk bê binema û me'rîfey seyr heye,
boye cewher nûser cîdd û rexney cîdd tûş pirsyargelêk lew şêweye
deka. Diwacar lem willatey êmeda xerîke nûsîn û kar edebyatîş debin
be kar pîşeyy û nûser debête fermanber û rojane kar û fermanekan
cêbecê deka û dê le cyat nûser cîdd û xawen ezmûn qise leser deq û
edebyat kurd deka. Karesate ême wezaret roşinbîr û dezgegel
roşinbîrîyman hebin û fermanberekan be nûser ejmar bikrên ke hîç
bakgirawndêk me'rîfî û roşinbîrîyan nebê û bibin be beşêk le
roşinbîranî kurd. Zor girnge le nêwend edebîda milmilanêyek fîkirî û
me'rîfî hebin û hewll bidrê le akam ew milmilanêyeda gutarêk me'rîfî
hawçerix bunyad binêyn, le akamda xizmet bem nêwende bika û diwacar
rexne û edeb kurd erk xoyan bizanin. Debê eweş bizanîn le her zemen
û zemînêkda rexney cîdd heye û rexney na cîddîyş heye. Hayger dellê:
(le her şwênêk me'rîfe hhzûr hebê, debengî û gemjeyyş amadegîyan
heye), boye to qet natwan be şêweyek gişt le rexne raz bibî, çunke
le beranber rexnegir cîddîda ellternatîvêk sadego û bê me'rîfe
dirust debê. Em hhallete be zor le komellge teqlîdîyekanda bûnî
heye, emeyş le akam tênegeyştin le hheqîqet edeb û kiranewey dinya
be rû sîsteme cudawazekan dîmukiras û modêrne û sêkolarîzim dête
bûn, hawkat renge lekin hendêk kes em sîstemane peywendîyan be
edebewe nebê, bellam be şêweyek gişt dinya syaset û modêrne û
'elmanîyet le peywendîyek berdewamdan legell edebda, ewey em
dinyayane beyekewe girê deda cor bîrkirdinewey komell û takekann,
derencam; le hemû rûyekewe têgeyştinekan derdekewn, boye hezim
nekirdin em sîstimane girj û allozîy le cor bîrkirdineweman
derdekewê û beşêk zor edebyat êmey girtuwetewe.
*: be giştî, bo ewey rexnegir edebî kurd
le gom cnêw biperrêtewe û temaşa xud (rrexne) bika wekû çemkêk dest
lênediraw le nêwendekeda, weha diruste hengawe seretayîyekan hellgir
qursayî kam taybetmendîgel bin? Pêtwaye ta êste rexnegirêk mewzu'î
hellkewtbêt le nêwend edebyat kurdîyda?
Dana
'esker: nakirê ême hemû rexnegir kurd bixeyne naw qefes tawanewe û
be cnêwfroşyan wesif bikeyn, bellam raste, zorcar lew babete
nûsînaneman berçaw dekewê. Ewey girnge lem bareyewe qise bikeyn,
beşêk berçaw le ême le derencam şikst ruhh û saykolocî bew şêweye
bîr dekeynewe, boye hêndey xem ewemane be îcab leser deqekanman
binûsrê nîw ewende xem edeb û rexneyek cîddîyman nîye. Em şikste
hênde be qûll roçuwete nêw endêşeman ke ême dinyabînîyekî
'eqllanîman bo edeb û rexne nîye. Asayîye rexnegir tenha be ziman
stayş binûsê, boye hemîşe ew kesane bew şêweye le ziman rexne
derrwanin ke zimanêk reqe yaxud riq le pişteweye. Qet ewe kar rexne
nîye diro legell deqda bika, boye le akamda ewey bew şêweye le rexne
têdega detxate nêw qefes tawanewe, diwacar be kesêk ziman req bast
deka û hhîsab ewet bo deka to sûkayetît be deqeke û şexis xo
kirduwe. Girfitêk gewreye ême bew şêweye le rexne bigeyn. Min
dillnyam ewane ta êste le taybetmendî çemk (rrexne) tênegeyştûn û
lêrewe dên le munasebe û bê munasebeda willamêk namentîqît dedenewe.
Min xom çend carêk tûş ew hhallete bûm ta geyştuwete ewey be naw
xiwazrawewe sûkayetîm pê biken. Min hhez nakem naw ew kesane bhênm,
çunke be nawhênanyan behayekyan bo dirust dekem û deyanxeme rîz
nûseran, diwacar nerît cnêw le komellgey êmeda rîşeyek mêjûyyî heye
û derencam îfrazat komellayet û milmilanê syas û cudanekirdinewey
edeb le syaset em hhallete dirust deka. Wek pêştir basim kird, le
akam şikst ruhhî û merkezîyet şîzofrînya le jyanmanda reng dawetewe,
renge le emla û ewlaş girfit tênegeyştin le rexne, bewey hêndey
mebest bê qise leser nûser bika, hênde qise leser deq neka, îdî
kêşey ziman cnêw serhelldeda. Diwacar rexnegir ke dellê: eme erk
şî'r yaxud çîrok yaxud roman nîye, yaxud ke dellê: eme şî'r nîye,
qet mebest ewe nîye mudêlêk tir bo şî'r yan çîrok dirust bika yaxud
sûkayetî be nûser bika, be pêçewanewe rexnegir cîdd be pêy têgeyştin
le taybetmendî şî'r ew amajeye deda. Zor girnge nûser be ruhh
mamelle legell edebda bika û le çwarçêwey ew mamelle kirdineda pêş
her ştêk ruyayek qûll zanstî û roşinbîrî hebê bo ew dinya
sîhhrhellgire, ta bew şêweye hemû jyan le xizmet edebda bitwênêtewe.
paşan
lebarey bûn rexnegir mewzu'î la ême, be dillnyayîyewe le hemû
qonaghêk bepêy têgeyştin rexney kurd hhzûr hebuwe, bellam ta çend
karîgerî be ser edebyatewe hebuwe? Emeyan dekirê billêyn wek pêwîst
nebuwe. Eger biprisîn: boçî rexnegir cîddî le dinya roşinbîrî êmeda
be şêweyek le şêwekan nîye? Emeyan diwatir egerrêmewe ser. Eger
serncêk xêra qonagh şestekan û hheftakan sedey rabirdû rexne û
edebyat kurd bideyn, renge be corêk le corekan rexneman hebûbê,
bellam astî rexnekan le ç astêkda bûn? Rexney ême lew qonagheda
dîdêk bûngerayî hebû yaxud mîtodî û me'rîfî, edeb kurdî lew
qonaghaneda xawen dîdêk waqî'yane bû, waqî'î edeb ewsa waqî'êk
şorrşigêrraney hebû, bew pêyey hênde guzarşt le waqî' syasî dekird,
hênde bela dîde êstêtîk û mirovayetîyekeda nedeçû, çunke xud tak
kurd bêaga dest syaset serkutkarane bû le dîd êstêtîkî û mirovayetî
û me'rîfî, boye rexnegir kurd dîdêk cudawaz nebû bo edeb berengarîy,
emeyş îşkal dirust deka le çemk edebda, lem hhalleteda rexnegir
mewzu'î -be wata însanîyekey- dirust nabê. Paşan nûxbeyek le
roşinîran benaw (tellî'ekan û rwange) peyda bûn, boye diwacar
derkewt deqekan eman mewzu'îyanetir bûn le deqî hendêk le
rexnegirekan, bewey edeb rêçkeyek dîkey girtexo û le beranberda
pirsyar le cor nûsînekanyan dekira û bewe tawanbar dekiran ke
edebekan eman guzarşt le waqî' kurd naken, çunke em neweye zyatir
cextyan leser meseley însanî û xud însan bû le bewaqî'îy kirdin
edeb, bellam le waqî' êsta edeb kurdîda be şêweyek berçaw bûn heye.
Meseley winbûn rexney cîddîy, bo ewe degerrêtewe çemk (rroşinbîr)î
lenêw kurd da be şêweyek berçaw sakar buwetewe, egerç fewzayek dinya
edebyat êmey girtuwetewe, bellam diwacar ew fewzaye şepollêk
gorrankarî legell xiwêda hêna. Raste ew fewzaye karîgerî xirap leser
edeb dirust kirduwe, boye rexney cîddîş lenêw ew fewzayeda wine,
bellam xiwêner cîddî be dîdêk serdemanewe le rexney cîddî derwanê,
le akamda her milmilanêy fîkirîye rexney cîddî dirust deka, nek
têrrwanîn qibûllnekirdin rexne, bellam berhemhênan beşêk zor lew
govar û rojname û kitêbe sadegoyane ke be nêw azad raderbirrîn
xelelêk mewzu'yaney dirust kirduwe ke bazar fîkir û ruşinbîrî ême
buwete beşêk le bazriganîkirdin be çemk roşinbîrîy. Hokarêk tir le
dirustibûn em xelele destinîşan nekirdin xiwêner cîddî û
cudanekirdinewey le xiwêner asayye. Min depirsim: kên ewaney pirsyar
le nebûn rexney cîddîy deken? Dyare ew xiwênere cîddîyane ke
mebestyane edeb kurd berew pêşewe bern, ew hêze benaw roşinbîrîyey
le dezge roşinbîrîyekan benaw roşinbîrewe xerîk mişexorîn le ast em
pirsyare ç dellên? Hendêkyan le ast em boçûne bêdengin, hendêk
tiryan be hhukm ewey xiwêner cîddîy nîn û le rastîda çemk roşinbîrî
kar ewan nîye, dellên lew rexne û lêkollînewane tênageyn, le akamda
le nêwan fewza roşinbîr be layek û têrwanîn cîddîyaney roşinbîr û
mişexorekan nêwend roşinbîr em pirsyare heybet xo le dest deda.
Gelek girnge ême bizanîn kê em pirsyare deka û amajekan çîn le pişt
em pirsyarewe? Nebûn rexney cîddî le rwangey roşinbîrîy cîddyewe
hellesengênîn, yaxud be 'eqllîyet bê me'rîfî mişexorekan?
*: begiştî, rexne arastekirawekan hemîşe
wekû ewey gulleyek besng deqekanyan kewtbê, weha le (rrexnegir)
derrwann, rexnegirekanîş (rrexne)kanyan denêne nêw fezayek benaw
(pîroz)î. Hokar retkirdinewey beranber -lelayen rexnegir û rexne
arastekiraw-ewe le edebyat kurdîda boç degerrênîtewe?
dana
'esker: hokarekan zorn, wekû pêştir le wellam pirsyarêkda amajem
pêda. Yekêk lew hokarane şikst derûnîye la tak kurd ke debête mayey
nîgeranî û qibûllnekirdin bîrurra cudawaz, em dîde be zor le nêwan
newekanda hhzûr heye. Hemîşe newey kon le dîd û boçûnekanîda be
hhukm ewey kesayetîyek xawen ezmûne, lew bwareda newey nwê qibûll
naka, le hemû dinyada milmilanêy fîkirî le nêwan em dû neweyeda bûn
heye, bew pêyey newey nwê xawen têrrwanînêk nwêye, keç em hhallete
saykolojîye rexney kurd tûş girfit kirduwe. Diwacar, debê eweş
bizanîn stratîcîyet rexne bedîd û têrrwanîn deq nanûsrêtewe, eme
weha kirduwe corêk le natêgeyştin le rexne dirust bibê. Be dêjayîy
ew nûsîne rexneyyane ke leser çendîn babet nûsîwmin dû nûser be
hhukm ewey meselekeyan zor asayî wergirt, çunke rexnem le deqekanyan
girtibû, mebestime nawekanyan bhênm, ewanîş emanen, yekem: (feysell
hemewend), duwem: (syamend had) bûn, hêndey tir gewrebûn lepêş çawm,
boye detwanim lêrewe ewe billêm: be asayî bûn rexne la nûser deq,
dergegel tir dekenewe bo qise kirdin û cudawaz bîr û boçûn, bellam
ke rexnet lê qibûll nekirê dergey qisekirdinîş dadexrê û carêk tir
bela ew core deqaneda nirroy. Bo ewey bunyad rexneyek zanstî
dabnêyn, debê hewll bideyn be rohhêk dostanewe le edeb û çemk rexne
birrwanîn. Le beşêk tir pirsyareket bas le (pîrozîy) dekey la
rexnegir, rexne qet bew mefhûme dîdêk tesk nîye bo deqekey xo bigate
ast pîrozîy, be pêçewanewe, deq rexney deqêk kiraweye û dîw corawcor
le xo degirê, boye asayîye dîdêk tir hebê bitwanê qena'et be
rexnegir bika ke boçûnekan ew debê têruteseltir û cudawaztirbin,
çunke xud rexne dergeyeke bo dirustikrdn dyalog bo geyştin be
rastîyekan.
*: zorbey rexnegirekan wekû deqêk serbexo
temaşa rexne deken, keç rexne hemîşe debê be paşko deqêk tir-deq
leser nûsraw-. Eger rexne peyweste be xo, boç be tenha nabînrê?
Dana
'esker: renge deq şî'rî yaxud çîrok yaxud roman beşêk le
serbexoyîyan têda bed bikrê, bellam rexnegirtin corêke le
mumaresekirdin nûsîn le jêr roşinayî deqêk d. Rexne ewende serbexoye
ke deqeke taybete be nûserêk dyarîkiraw, bellam diwacar rexneyş
xiwêndinewey tir bo dekirê û amadeyyî gorrankarî têdaye.
*: le nêwerrast heştakanda girngîyek
bêendaze be şî'r dirawe ta sereta newedekan, diwatir em girngîye
gwastirawetewe bo nêw çîrok, êseyş roman pêşwazîyek berçaw lê
dekirê, eme cge lewey yadewerînameyş zortir le rabirdû
dexiwênrêtewe. Boç xiwêner û nûseran kurd wekû (heng)yan lêhatuwe?
dana
'esker: min le şwênêk tirda gutûme yekêk le hokare girngekan
dirustibûn têrrwanîn cyawaz eweye: nawendî roşinbîr kurd bitwanê xo
le takirrehendî dinya şî'r û çîrok rizgar bika û dîdêk cudawaztir
hebê bo edeb. Begiştî, hheftakan û beşêk heştakan roşinbîran kurd be
dewr çîrok û şî'rda dexulanewe, raste têrrwanîn cudawaz hebû, bellam
le ast têgeyştin bo edeb be dîdî cîhan nebû, diwa raperrîn sall
(1991) nêwend roşinbîrî kurd rûberrû kiraneweyek berfirawantir buwe
we, her çende fewzayek lew nêwendeda heye, bellam diwatir cedel zor
lêkewtewe, edeb kurd be dîdêk 'eqllan û me'rîfîy û zanstîyewe lem
dinyaye derrwanê, boye nakirê diwa ew kiraneweyeş tenha le syaq şî'r
û çîrokda kar bikeyn, dyare dinya fîkir û rojnameger û felsefeyş
lenêw êmeda gerekyan be êstigelêk heye, herçende ême xawen
felsefeyek taybet nîn, bellam ew gorankarîyane êmeyan xiste berdem
berpirsyarîyetîyek gewretr, lewe agadar kirdînewe ke çon paş ew hemû
xiwên riştiney xorawa û milmilanêy nêwan kenîse û fîkir roll ew hemû
feylesûfane çend be girngî temaşa dekirên, be taybet milmilanê nêwan
feylesufe ferensî û ellmanîyekan le paş herdû ceng yekem û duwem
cîhanîda, bem kiraneweye ême nakirê beşêk nebîn lew hawsengîye, boye
dinya modêrne be cwan û naşrînîyekanîyewe hawsengîyekyan le jyan
êmeda dirust kirduwe ke amajen bo gorrankarî rîşeyy le jyan êmeda,
kewate: bo îstî'ab kirdin milmilanêy fîkir nayête berhem? Lêrewe,
dekirê ewe bizanîn ke le ast her têrramanêk debê pirsyar mentîqîman
hebê. Le beşêk tir pirsyareket amajet be yadewerî kirduwe, renge
têrraman le ast yadewerî hêndey gerranewe bê bo rabirdû, hênde
pirsyar têda nebê bo êste, le layek tirewe, hêndey çêj be takekes
debexişê, hênde zanst û me'rîfey têda bed nakirê. Diwacar: yadewerîy
çî debexişê be êsteman? Eme girnge. Ewey bela minewe pirsyare le
nûsîn yadewerîyekan ême beşêk kem û degmen nebê, ewan dî hemûyan
nûser wekû supirmanêk dexene rû, qet kesêkman nebîn be dirêjayî
temen rûdawêk silbî xo nûsîbêtewe, emeyş corêke le xodizînewe le
rastîyekan, boye be emanetewe negêrranewey yadewerî corêk le
bedgumanî lekin newey nwê dirust deka û hendêk carîş em bedgumanîye
hemû rabirdû ême dexate jêr pirsyar, pirsyarî berpirsyarbûn.