|
Çawerrwanî
29 May 2009
Nasrî hhîsamî
demêkî dirêjbû westabûm.
Sêberî çyake hatexiwar, seraser pêdeştî dapoşî.
Nehatî lew deşte xamoşe bitbînim.
Hewrêkî lokeyy, hateser asmanî çyake w,
Sêberî le sîney genmcarr xişandu, têperrî.
Nehatîye ber rêjney baranî girînim.
be awî cogeda, gellayek hat û roy.
Tom nedî.
Melêkî biçûkî gerû pirr goranî
Lem berd û lewberdî ewlatir her xiwêndî
'esrêkî direng bû, hellfirrî.
Dengî tom her nebîst.
Demêkî baranim lêbarî.
Tawêkîş zerdey xor
Hatewe ser çya w, darberrûy nizarî.
gezîze gullî kird.
Beharim belada têperrî w
Her piştî le min bû.
Hawînim dûrawdûr
Le nêwan dêrawî rezêkda lê win bû.
Payîz wek minallî bêwazî cluberig qurrawî
Derroy û le kirdey şermin bû.
Befranbar, şeket bû, sipî û sard
Espêkî zamarî le bin bû.
Hemûyan, hatin w,
Belamda têperrîn,
Ewende çawerrêy to bûm min
Derfetêk nemabû yekêkyan bidwênim.
bejnî min darêk bû, le qerax rêgake rwabû
Temenim be qaflley sall û mang
Guzergay têperrand, le çawm awa bû.
Êstake amêzim boy xakî payîzî girtuwee
Reşayî gomêkî tarîkî
Sêberî darekan çawmî riştuwe!
Befrî ser çyakan, leserim nîştuwee
Dillîşim - şeketî ew rêga dirêjh-,
Mîwanî xewnêke û le penay agirdan
Xewtuwe.
êste lew deştanee
Cûtêr û deştewan demnasin.
Êste lew şaxanee
Sibeynê û êwaran demnasin.
sipêde pêm dellê rojit baş!
rêgake bang deka
To le kwêy!
estêre pêm dellên be xêr bêy!
Min êsta beşêkim le rêga,
Beşêkim le xak û le kanî û
Beşêkim le
Asman.
Min êsta namo bûm le bize w
Le girye û
Tenyayî
Yek însan.
min êsta yek rêgam takû to pêmda bêy
min êsta her hemû
Raburdûm!
Baweşî kirawey tasem w
Amêzî betallî
Arezûm!
2009 03 10
|