Leber
dergî derewe
Lenaw cengida, her lenaw cehenemda
xiwêndineweyek legel xom, bo (leberdergî derewe)î volvgang borşêrt
Wergêranî le elmanîyewe bokurdî: enwer mhhemed ehhmed
hoşeng şêx mhhemed
01/09/09
Xiwêndinewey (leber dergî derewe) y volvigang borşêrt, bo min,
xiwêndinewey nefretêk bû, le ceng , le fermande û serkirdekanî ceng.
Dengêkî ture, tirokiraw, ke lepişt dergakan hawar dekat û kesîş
mûwêkî bo naculê.
Le ber dergey derewe, wate le pişt jyan, lenaw ceng û cehenemda.
Jyanî kesêk ke be hemû şêweyek le rêy cengida, be nawî rastî û
heqîqetda, kesayetî û nasname û mirovayetîyekey zewt dekirêt. Kesêk
ke debête tarmayî û şebehhêkî bê ruhh, bê hhez û bê wîst û bê
iîrade.tenanet şîwe û ruxisarî ew mirove, debîte maskêk bo cesteyekî
bê gyan û wişkibuwewe.
( ewan destyan be ceng kird, ke gewreyş bûyn, be hhez û şewqewe basî
cengyan dekird, hemîşeyş be ceng sersûrman bûn. Ewca ke ême gewretir
bûyn, bîryan le cengêkîş bo ême kirdewe û êmeyan bo cengeke rewane
kird. Ewan pêy sersam bûn. Kesîş be êmey negut, erê ême bo kwê deçîn?
Kesêk be êmey negut, ke êwe deçne dozex) lapere 98
Xiwêndinewey ew berheme, ke (enwer mhhemed ehhmed) werîgêrawete ser
kurdî û cêgey rêz û stayşe.çunke aşinî têkstêkî zêde cwan û lezet
bexiş û xefet bexişman dekat. Be şêweyek ke ew berheme bo min,
têkeleyyeke le nêwan çêjî xiwêndinewe û qehrî xiwêndineweda, çêjî
xiwêndinewe û dîtnî qehrî mirovêk ke lecengida degerêtewe. Legel
xiwêndinewey ew kitêbeda,ke zor kurte û hhezim dekird pêniç sed
lipere bwaye! Pirsyarim dekird, bo hhezim lêye em xiwêndineweye..
xiwêndinewey ew azare dirêjtir bêtewe? Aya peywendî çêju azar çîye?
Aya min ewende mazoxîm?! yan debêt mesele peywendî be corî ew
têkstewe hebêt ke borşêrit twanîwîyetî azarekanî xoy be cwanî
binûsêtewe?! imim azar û cwanî? Cwanî û azar ? Çêju azar û cwanî?!
leber xomda ew wişane dehênim û debem. Bîrîşim dekewêtewe, kurd
hemûy yan zorbey zorîyan hhezyan le filîmekanî ceng û ekişine. Imim
bo hhezman le filîmekanî ceng û têkstekanî cenge?! immimmim aya
hhezman le cengîşe?!
Iînca hawar dekem: erê hhezman le cenge?! kes welamim nadatewe.
Minîş le gel cengekey borşîrit berdewam debim û , dexiwênmewe,
hheznakem kitêbeke tewaw bêt. Çunke girîngik nye (bêkmen) xoy
dekujêt yan ne. Çunke ew eslen mirduwe, be xoy û be çawîlke
gazmaskekey mirduwêkî tewawe, jyan nabînêt tenya mirdin debînêt, ew
tenya ewende jyanî têda mawe ta mirdin bibînêt.
A bîrîşim dêtewe, ke hîtler hate ser texit û balekanî beser kursî
deselat û elmanya fiş kirdewe û nazîyetî kirde peyamî elmanekan,
nûseran û kitêbîş le dest çirnukekanî derbaz nebûn, ey ewe nebû
kitêbekanî çendîn nûserî sûtandin û lîsteyekî reşî bo nûseran
kirdewe ke çendîn nawî le xowe girtibû: (alfirêd dobiln, birêxt,
korit texolsikî, ştîfan tisfayng, tomas man û haynrîş man).
Zankokanî elmanya bûne igirdanî kitêb.
Diwî ceng, debwaye çendîn deng bên û basî ew nehametî û
kawlkarîyaney hîtler û nazîyet biken, yekêk lew denganeş dengî
borşêrit bû. Ke êsta min deyxiwênmewe û hewldedem, peywendîyek le
nêwan derûnî xom û xiwêndinewe û cwanî û çêj bidozmewe.
kewate borşêrt, basî çî dekat lew nûsîneyda, deywê cwanî çî
binûsêtewe? Cwanîyekanî ceng ke birîtîye le naşîrînkirdinî mirov?!
ceng mirov naşîrîn dekat, ceng jyan naşîrîn dekat. Ceng tiroman
dekat û demanxate pişt dergakanewe. Ke ceng hat, le diwî xoyda derga
le pişt hemû ştêkî cwan dadexat, derga leser jyan dadexat û
dergakanî cehenem dekatewe.
Ceng çon dêt? Çon hat? Bo hat? Ew ştane renge dyar nebn, belam
dezanîn ceng ke hat çî kird.
Mimmim , borşêrit le naşîrînîyekanî ceng û kirêtîyekanî ceng ştêkî
cwanî xulqand, têkstêkî çêjdarî xeliq kird. Immimmimmim borşêrit bo
ewe tenya bîst û şeş sal jya ta çîrokêkî naşrîn be cwanî bigêrêtewe.
Tenya bo ewe jya pêman bilêt, ceng derga kirdineweye beser cehenmida.
Tenya bo ew dêre bîst û şeş sal jya. Ey eger temenî heştaw şeş sal
bûaye? Ewkate renge pêniç sed liperey nûsîba û minîş her pêniç sed
liperem xiwêndibayewe û zyatir fhêtîyekanî cengim dîba û zyatrîş
çêjim le borşêrit wergirtiba!
Mimmimim , ême hhezman le çîrokekanî cenge, çêj le xiwêndinewey
nehametîyekanî jyan û dozex werdegirîn. Immim ,başe leser zewî gelê
dozex hen û pêwîst nakat (xiwî xoşewîstî) rewaney dozexman kat.
Pêwîstiman be dozexî xiwawendî riq yan xoşewîstî nye, htler hebû,
stalîn hebû, çerçil hebû, sedam hebû , qezafî hebû mawtsî hebû
zorêkî dîke hebûn lew serkirdaney be gwêrey twanî destîyan şeryan
xulqand û xelkîyan tiro kird.
Mimmimmimim bîrim neçêt mam celal û barzanîş hen, immimmimim ewanîş
şeryan kird...
Lê cengekan le sengerda tewaw debn, iînca cengî ruhhekan , ruhhe
tirokan dest pêdekat. Cengî ew ruhhe mirduwaney be cesteyekî şel û
çawî ze'îf û kwêrewe , ejno şika û degerênewe malewe, malêk ke dayk
û bawk nemawe çawerêy kurî sebaz biken û mindale biçûkekan kewtûnete
bin kelawekan, jinêkî şerîf lewmaweyeda nemawe çawerêy mêrd yan
desgîranekey bikat, ewsa serbaz têdegat, ceng tenya le sengere
dûrekanî wilat û şar nebuwe, belku ceng le naw wilat û şar û male
bawk wimalî jin û ruhh dilekanî mirovda buwe, ceng le naw gyanî her
yekêkda dozexêkî dirust kirduwe, ruhh , ruhh bote dozex û ewanîdî
desûtênêt.
Nîçe, pêş borşîrit be nizîkey hefta sal pêşbînî dekird borşêrit û
newey borşîrit wayan beser dêt, ew lewêwe deyzanî (xiwa mirduwe)
xiwî xoşewîstî mirduwe û kes bawerî pênemawe. Ew eqle sexîfe cengêk
berpa dekat, hemû gyanekan fit dekat. Borşîrtîş dêt û le têkstêkî
cwanda .. immimim cwan û çêjdarda delê rastit kird, feylesufî 'ezîz
to rastit kird, heta gyanî toş, kitêb û wişe û hherfekanî toş lem
cengeda têçûn û pîs bûn.
Butle gazêk le jyanî dû kes, pîrejnêk û pîremêrdêk ke xoyan pê
xinkanduwe, be beha tire, çunke beşî mangêk xiwardin lênan dekat.
Immimim ewe ew eqleye nîçe pêşbînî dekird mirovî elmanî û ewrupî le
senterî dinyada deygatê.
Emeş ew pêşinbîyeye borşîrit be çawî xoy le sengerekanî ceng û le
pişt dergey malekanî naw şarda le diwî cengida pirakitîkî dekat.
Hemû emeyş ke rûyda, be nawî rastîyewe bû, benawî heqîqetewe bû,
ceng rastî bû, rastî ceng bû, rastî û sozanîş wek yek wabûn, beşew
hemû kesêk deçête layan û berojîş her hemûyan şerim deken be layda
biron û tîle çawêkî bidenê. Ceng û rastî û qehhpekan, qehhpe û rastî
û cengekan, le ruhhî mirovekanda debne yek şt . Hemû rastîyek,
debête ceng û qehhpexane, hemû qehhpeyek debête rastî û ceng, hemû
cengêkîş debête rastî û qehhpexane.belam rastî û qehhpexane mirov
tenya le şewda bûnîyan heye, lê ceng be şew û roj mirov legelî
dejyet û şermî lênakat.
Iîdî têdegem, serdemeke serdemî şere, ke şerîş bû, jimarey qehhpekan
zyad debn, jimarey rastîyekan zyad debn, jimarey cengekanîş zyad
debin û sextitr debin. Jyan degorê, cwanî namênêt, huner debête
qondere, mirov debête qehhpe.qehhpeş sûk û rîswa.
Mimmimmim , jyan namênêt.tenya dozex be pêwe dewestêt.
Berhemeke tewaw dekem, debêt ştêk leser ew berheme binûsim û supasî
wergêr bikem, destekanî xoş bin, a debêt kitêbekanî dîkeyş hî nûser
û wergêr bixwênmewe. A iîskender û koçîrokêkî tirîşî wergêrawete ser
kurdî, a destî xoş bêt.
deçme naw gûgil û nawî borşîrit denûsm, deyan dîkomênit dêne ser
sikrînekem û hendê şt dexiwênmewe:
( folvigang borşêrit le malêkî giçkokey hamborig le 20/5/1921 da le
daykbuwe, lêre bîrim bo eweçû, eger folvigang borşêrit xoy ew
risteyey nûsîba deygût "folvgang borşêrit le qehhpexaneyekî yan
dozexêkî biçûkî hamborig le dayk buwe) çunke diwî ceng malekan
namênn, debne cêgey azar û eşkence û xirpitr le sengerekanî ceng.
Her çonêk bêt, borşêrt, le mindalîyewe hhezî le hunerî zarvekirdine,
belam bawkî bezor deynêrête ber xiwêndinî zanstî kitêbixanekan,
belam borşêrit bedizî bawkîyewe, le lî hîlmot gimalîn şano dexiwênê.
Diwî dû sal waz le xiwêndinî kitêbixane dênêt û rû dekate nwandin,
le salî 1941 debête zarveker le yekêk le tîpe gerokekanî şanoyîda,
em maweye wek delên xoştirîn katî jyanî borşêrit buwe. Belam daxekem
ew maweye wek hemû xoşîyekanî dîkey mirov, zû kotayî dêt û debête
serbazî ceng.
Le hhuzeyranî 1941 da le senfî meşat meşiq dekat. Lewêda leser rewşî
serbazî û serbazekan nameyek bo daykî denûsêt: ( hest dekem ew
serbazgeyane tenya qelayekin bo koylekanî rayxî sêyem).(1)
Diwî ewe borşêrit rewaney berekanî ceng dekirêt, deynêrne şarî
kalînînî şorewî, lewêda be birsîyetî û leber sermaw soleda, beçawî
xoy ew dorandine sextane debînêt ke supakeyan berdewam tûşî debin.
Be pêçewaney ew diroyaney nazîyekan deykeyn sebaret be serkewtnîyan
leberekanî cengida.
Borşêrit barî tendirustî zor xirp debêt,tûşî zerduwîy debêt, herweha
beweş tawanbar dekirêt ke xoy , xoy birîndarkirduwe bo ewey le
xizmetî serbazî dûrkewêtewe. Boye deygirn û sê mang le zîndanêkî
iînfiradî depestin.ta dadgey deken dadge biryarî berdanî dedat,
belam tawanî dîkey lesere û bo şeş heftey dîke degîrêtewe. Diwî eweş
yekser carêkî dî rewaney sengerekanî cengî dekenewe. Diwî ewe bo
mawey dûsalî rebeq jyanî şeru serbazî û ceng û malwêranî be bêdengî
û tenyayî têdeperênê. Nexoşîyekey xirpitr debêt. Çendîn car
lenexoşxaney serbazî demênêtewe.diwî ewe biryarî gwastinewey dedirêt
bo şanoyî serbazî çunke twanî şerkirdinî nemawe. Lewêda carêkîyan
dilî xoşew nukiteyek leser gobiliz dekat. Boye no mang deyxene
zîndan.
Deqî nukiteke:
(lasayî gobiliz dekatewe: dezanin diro pêy nîye, belam diktorekey
min pêyekî sna'î bo dirust kirdûm be şêweyekî nîmçe tebî'î leserî
derom,cengawerî elmanîş debêt ta diwa fîşek şer bikat,ewkate fêr
debêt be xêratrîn şêwe ghardat, biraderan rêgem deden le pêştan
ghardem, çunke min natwanim birom)(2)
Salî 1944 berdebêt û carekî dîke gharde lo cebhey û berengarî dujmin
bewe! Le mangî adarda tîpe serbazyekeyan teslîmî supî firensa debêt,
borşêrit detwanê helbêt û be pêyan mawey 600 kîlometir birwat û
ledey mangî adarda,bgatewe malekey le hamborig.
Diwî ewe borşîrit hewl dedat legel mamosta konekey tîpêkî şanoyî
dabmezrênêt, tîpêkî biçûk benawî (komîdya) awa dekat. Hendê şanoyî
derdehênê. Lem maweyeda borşîrit nexoşe û êşî zore. Le kotayî salî
1945 da dekewête ser cêga.le seretakanî 1946da daxîlî nexoşxane
dekirêt û diktorekan delên: zor xirpî tenya salêkî dîke dejît!
Lê ew gwê be qisey diktor û êş û azarekanî nadat û dekewête nûsîn,ta
kotayî sal , nizîkey bîst û çwar çîrok denûsêt. Leheman katda komele
şî'rêk bilawdekatewe. Le salî 1947 da em şanonameye denûsêt. Wergêrî
em berheme delêt be heşt roj nûsîwyetî, serçawey tirîş heye delê be
nizîkey sê hefte.)(3)
Diwî ewe, le rêy hendê dost wibiraderda, bo çareserî degeyenrête
swîsra.belam lewê betenyayî û dûr le zêd û biraderanî le 20 tişrînî
duwemî 1947 da demrêt. Ke rojêk diwatir le hamborig em şanonameyey
pêşkeş dekirêt.
Borşêrit lem şano nameyeda, zor be rûnî û sadeyy û sakarî, basî
ezmûnî ceng dekat, keçî beser (bêkmen) dênêt, çon diwî ceng jyan
betewawî debête dozex û beha madîyekan cêgey mal û xêzan û beha
cwanekanî komelgeyekî tendirust degirnewe.
Em berheme, basî jyanî diwî cenge, basî ew diruşim û rastîye
diroyaneşe, ke le pênawîda gyanî milyoneha kes lenaw deçêt û
milyonehî dîkeş naşrîn dekat.
Mimmimmimim êsta berhemekem xiwêndewe, borşêrtim nasî. Eweşim nûsî.
Çî mawe bîkem?
Mimmimim cwanî û çêj û şer û qehhpexane, nûsîn û ew naw û ştane.
Wişe , şer û ceng û dozex. Immimmimmimmimmimmimmimmimmim .
Borşêrt, detwanê zor şt lew berhemeda kurit bikatewe.
1. 'mad m. Ghanim http://www.dw-world.de/popups/popup_printcontent/0174676900.html
2. simîr crîs. Http://www.khayyat.net/home/plugins/p2_news/printarticle.phpp2_articleid36
3. 'mad m. Ghanim http://www.dw-world.de/popups/popup_printcontent/0174676900.html